TJK-E: Em ê tu carî dest ji Rojavayê Kurdistanê bernedin

  • 20:39 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’ê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava bang kir ku her kes beşdarî meşên navendî bibe ku wê 24’ê Çileyê li hemû navendên Ewropayê werin lidarxistin û got: “Werin em biqîrîn bibêjin ku em dengê Rojava ne û em ê tu carî dest ji Rojava bernedin.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), beriya meşên navendî yên ku wê di 24’ê Çileyê de li seranserê Ewropayê werin lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên ji 6’ê Çileyê û vir ve li ser gelê Kurd tên ferzkirin, ji taxên Helebê dest pê kiriye û ev planeke qirkirinê ya berfireh e ku îro jî berdewam dike.
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi berdêlên giran destkeftiyên rewa afirandine; hat diyarkirin ku ev nirx îro di bin êrîşeke eşkere û gefa qirkirinê de ne.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên armanc dikin rewatî û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin; bi taybetî DYA, Îsraîl û Tirkiye, bi careke din xistina dewrê ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li dijî gelê Kurd planeke komkujiyê ya topyekûn dimeşînin. Hate destnîşankirin ku ev nêzîkatî bi rastiyên sedsala 21’ê û rastiyên dîrokî re li hev nake.
 
Di daxuyaniyê de behsa polîtîkayên revandin, înfaz û tundiya zayendî ya li ser jinên Kurd jî hat kirin û hate gotin ku hişmendiya jinan wekî xenîmeta şer dibîne, wekî berê îro jî mehkûmî têkçûnê ye. Hat diyarkirin ku Şoreşa Jinê ya Rojavayê mîraseke birûmet e ku ji şehîdan maye û hat destnîşankirin ku hişmendiya DAIŞ’ê û çeteyên barbar nikarin têkoşîna azadiyê ya jinan tarî bikin.
 
TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Kurd wekî li Başûr, Rojhilat û Bakur, li diyasporayê jî li dijî planên qirkirinê yên li ser Rojava helwesteke biryardar nîşan dide û hat gotin: “Gelê Kurd ji bo vala derxistina vê fermanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe.”
 
Di dawiyê de banga tevlîbûna çalakiyên ku wê li hemû navendên Ewropayê werin lidarxistin hat kirin û ev îfade hatin bikaranîn:
 
“Werin em biqîrîn û bibêjin ku em li pişt Rojava ne, em dengê wan in û em ê tu carî, lê tu carî dest ji Rojava bernedin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku di 24’ê Çileyê de li her derê Ewropayê beşdarî çalakiyan bibin.”