Kurdên li Fransayê êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
- 02:20 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên li ser Rojava li Nantes, Cannes, Parîs/Villiers-le-Bel û Strasbourgê meş û mîtîng hatin lidarxistin û li dijî êrîşên qirkirinê peyama yekîtiya neteweyî hat dayîn.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarên cuda yên Fransayê dijîn li dijî êrîşên HTŞ, DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, xwepêşandanên girseyî li dar xistin.
Nantes
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Qada Place Royale berdewam kir.Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn bi fîşekên hewayî û dûmanê rengîn coşa meşê zêde kirin. Mîtînga ku piştî meşê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Ezo Semsûr daxuyaniyek bi zimanê Fransî xwend.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê vexwendin çalakiya ku sibê êvarê bê lidarxistin.
Cannes
Li bajarê Cannes ê Fransayê êrîşên li ser Rojava ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin protestokirin. Xwepêşandan li herêma ku Festîvalên Fîlman ên Cannes lê tên lidarxistin pêk hat.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîşên li ser herêmên Kurdan, bi taybetî Şêxeqsûd, Eşrefiyê û Kobanê nayên qebûlkirin. Osman Sonmez rewşa li herêmê wekî "sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir û got, "Li Kobanê xetereyek mezin a komkujiyek heye. Bi rojan e, înternet hatiye qutkirin.”
Parîs/Villiers-Le-Bel
Piştî banga seferberiya ji bo Şoreşa Rojava, Kurdistaniyên li Ewropayê pêla xwepêşandanên xwe didomînin. Meşa ku li îstasyona trênê ya Villiers-le-Bel a Parîsê dest pê kir, bi berşdarbûneke mezin û bi berzkirina dirûşmeyan heta Navenda Civaka Kurd ve berdewam kir.Li ser navê Navenda Civaka Kurd Mûrat Botan axivî û got, "Em soza girêdana xwe bi şehîdên Parîsê re didin. Wê xwîna şehîdan li erdî nemîne; ev berxwedan heta ku bi ser bikeve wê berdewam bike.
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Melun-Evry
Her wiha çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li Mantes-la-Jolie û Evry bênavber berdewam dikin.
Strasburg
Êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava ji hêla HTŞ û çeteyên cîhadîst, li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin protestokirin.Kurdistanî û komên hevgirtinê li ber îstasyona trênê ya Strasbourgê kom bûn û diyar kirin ku êrîş ne tenê Rojava hedef digirin, polîtîkayeke tunekirin û qirkirinê ye ku tevahiya gelê Kurd hedef digire.
Çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
Toulouse
Kurdistaniyên li Toulouseyê dijîn li dijî komkujiyên li Rojava û ji bo protestokirina bêdengiya navneteweyî li Qada Jean d'Arc çalakiyek sê rojan a konvedanê û vekirina standê dan destpêkirin. Bi kon û standên agahdariyê armanc dikin ku raya giştî li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava diqewimin serwext bikin.
Rouen
Li bajarê Rouen ê ku li herêma Normandiyê ye, bi beşdariyeke mezin ji gelê Kurd û dsotên wan pêk tê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di meş û mîtînga li navenda bajêr hat lidarxistin de êrîşên li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin û bal kişandin ser polîtîkayên şer ên li herêmê.
Çalakî heta saetên dereng bi muzîk, dirûşm û bangên hevgirtinê berdewam kir. Beşdaran careke din girêdana xwe ya piştgiriya berxwedana Rojava û parastina hevgirtinê raber kirin.
Parîs/Drancy
Li banliyoya Drancy a Parîsê, gelek Kurdistanî li ser banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Drancy kom bûn û ji bo piştgiriya Rojava ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana QSD’ê” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku wê di 24'ê Çileyê saet di 14:00’an de li Qada Republic a Parîsê were lidarxistin, bi dawî bû.







