Li Kobanê rewşa dawî: Serhildan didome
- 14:38 22 Çile 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
RIHA - Rojnamevan Rebia Êto, li ser rewşa dawî ya li Kobanî agahî da û got, "Ji destpêka êrîşan ve nêzîkî hefteyekê ye av li vir qut bûye. Lê belê, xelk hîn jî li ser piyan e û li berxwe dide."
Di demekê de ku HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin, Kobanê û gundên derdora wê jî di bin êrîşê de ne. Ji bilî êrîşan, li Kobanê elektrîk, av û xizmetên înternetê jî qut bûne.
Rojnamevan Rebia Êto ku li Kobanê nûçeyan dişopîne, rewşa dawî ya li herêmê bi JINNEWS re parve kir.
Êrîş berdewam dikin
Rebia Êto got, "Kobanê di bin êrîşeke mezin a dewleta dagirker a Tirk û komên HTŞ'ê de ye. Êrîşên li ser bajarê Kobanê, ku ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin, berdewam dikin. Êrîşên çeteyên HTŞ'ê, bi taybetî li Başûrê Kobanî, ji bo ketina herêmê têne kirin. QSD, YPJ û welatparêzên ji beşên din ên Kurdistanê hewl didin herêmê biparêzin."
Rebia Êto destnîşan kir ku ji ber qutbûna elektrîkê, avê û înternetê, Kobanî zehmetiyan dikişîne, lê tevî van zehmetiyan jî têkoşîn berdewam dike. Rebia Êto got, "Kobanê di heyameke dijwar re derbas dibe. Ji duh ve li seranserê bajarê Kobanê elektrîk hatiye qutkirin. Av jî nêzîkî hefteyekê ye ku ji destpêka êrîşan ve hatiye qutkirin. Gelê vir hem li ber xwe dide û hem jî ji bo jiyana xwe têdikoşe. Gel bi hêz li ber xwe dide, çalakiyên xwe li kolanan didomîne da ku axa xwe biparêze. Ez dixwazim careke din dubare bikim ku gel ji bo rûmeta xwe û hebûna xwe kolanan terk nake. Armanca van êrîşan tunekirina îradeya gel, hebûna wan û jiyana ku wan ava kiriye ye. Lê belê, tevî vê yekê jî, gel bi hêz li ber xwe dide û têdikoşe."







