CENTCOM: 7 hezar girtiyên DAIŞ’î dê bişînin Iraqê

  • 21:20 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM’ê ragihand ku piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya berdana endamên xwe yên girtî, çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hatîn girtin dê ji bo Iraqê werin veguhestin.
 
Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya berdana endamên xwe yên girtî, çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê girtî dê ji bo Iraqê werin veguhestin.
 
CENTCOM’ê desntîşan kir ku di pêngava yekem de 140 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo girtîgehek ya li nav xaka Iraqê hatine veguhestin.
 
Biryare di qonaxên bê de bi giştî 7 hezar girtiyên DAIŞ’î radestî hikûmeta Iraqê bikin.
 
Hêjayî gotinêye ku li gorî dîmen û belgeyên eşkere bûyîn, piştî çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê çeteyên Colanî ve hatin azadkirin dest danîne ser cebilxaneyên li girtîgehê. Vê jî careke din xeteriya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê da nîşandan.
 
Li kampa Holê 13 hezar û 124 kesûkarên DAIŞ’ê hebûn.
 
Piştî van guherîn û veguherînan li ser nexşeya şer ya cîhanê qadeke li ser xaka Iraqê dikeve navbera Nînowa û Enbarê reş kir ku nişana di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye nîşan kir.
 
Piştî êrişên li Sûriye Iraqê ji bo parastina xaka xwe hêzeke mezin birine ser sînorê Sûriye û Iraqê.