Li NY’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya azadiyê

  • 22:41 21 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiya nobeta azadiyê ya li Cenevreyê de, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava hatin protestokirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşên li ser gelê Kurd hate şermezarkirin.
 
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran Kurd, di nav de jin, ciwan, zarok û extiyar û dostên enternasyonal beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê, li ser navê ‘Komîteya Azadî ji Rêber Apo re’ Nejdet Atalay axivî. Atalay diyar kir ku hêzên navneteweyî bi polîtîkayên xwe xiyanetê li gelê Kurd dikin û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin komên paşverû û kujer bi taybet HTŞ û DAÎŞ’ê.
 
Nejdet Atalay diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dil û yek deng in û got ku berxwedan wê berdewam bike. Nejdet  Atalay di axaftina xwe de bal kişand ser protestoyên li Davosê di dema serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji Swîsreyê de û li pêşiya NY’ê bang li civaka navneteweyî kir ku dev ji lîstina sê meymûnan berdin.
 
Dostên enternasyonel jî di çalakiyê de axivîn û peyamên piştevaniyê dan. Piştî daxuyaniyan, dosyayek ku der barê êrîşên li dijî gelê Kurd û binpêkirinên mafên mirovan de hatibû amadekirin, radestî rayedarên NY hat kirin.
 
Di dewama çalakiyê de, ciwanan li hemberî avahiya NY’ê çalakiya dagirkirinê kirin. Piştî ku çalakî demek dirêj li ber deriyê NY’ê berdewam kir, bi hezaran kes ber bi stasyona Cenevreyê ve meşiyan û li wê derê jî çalakiya dagirkirinê kirin. Hate diyarkirin ku çalakiyên li seranserê bajêr wê di rojên pêş de jî berdewam bikin.