Li Munchenê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

  • 11:17 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên girîdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava daketin qadan.
 
Çalakvanên ku şeva Sêşema 20’ê Çileyê li Marienplatza li navenda bajêr li hev civiyan, li vir dest bi meşê kirin. Meş ji aliyê Meclîsa Kurdan a Munîhê, AKM, Antîfa û komên enternasyonalîst ên Elman ve hate lidarxistin. Zêdetirî sê hezar kes beşdarî meşê bûn û gelek Kurdistaniyan jî cihê di nav de cih girt.
 
Di tevahiya meşê de pankartên bi nivîsa; ‘’Êrîşkariya dewleta Tirk û cîhadîstan bidin sekinandin! Rojava û şoreşa jinan biparêzin!’’ û ‘’Êrîşên li ser Rojava û Rojhilat bidin sekinandin’’ hatin hilgirtin. Beşdarvanan diyar kir ku hikûmeta Elmanyayê di êrîşên li ser gelê Kurd de li rex Tirkiye û komên çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê sekiniye û li hemberî polîtîkayên Elmanya û NATO’yê nerazîbûnên xwe nîşan dan. 
 
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku Tirkiye bi salan e bi çekên Elman êrîşî gelê Kurd dike. Enternasyonalîstan jî dan zanîn ku ew piştevaniyê didin têkoşînên şoreşgerî yên li Rojava û hemû Kurdistanê û anîn ziman ku  ew ê têkoşîna li dijî ‘’polîtîkayên sûcan’’ ên Elmanyayê û NATO’yê û kiryarên rejîma Erdogan bidomînin. Her wiha li hemberî Konferansa Ewlehiyê ya NATO’yê (MSC) ku wê 14’ê Sibatê li  Bayerischer Hofê were lidarxistin, banga xwepêşandaneke mezin hate kirin. 
 
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên weke Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Em bi hev re li dijî faşîzmê ne’’ û “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” hatin berzkirin. Çalakiyê heya saetên derengî berdewam kir.