Dê sibe ji bo Rojava li Pirsûsê bin
- 13:21 21 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Sibê li Pirsûsê, bi beşdariya gelek partî û rêxistinên civaka sivîl, daxuyanî ji bo hevgirtina bi gelê Rojava re tê dayîn.
Di çarçoveya çalakiya hevgirtinê yên li dijî êrîşên li ser gelê Rojava de, sibê dê meşek ji Parka Kobanê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dest pê bike were lidarxistin. Gelek partî û rêxistinên civaka sivîl, di nav de Partiya DEM, HDK, EMEP, EHP, û ESP, dê beşdarî çalakiyê bibin.







