Jina hevjînê wê li Kobanê şehîd bû: Ji bo Rojava rabin ser piyan!

  • 09:03 20 Çile 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Aynur Elçîoglu ku di êrîşên DAIŞ’ê de li Kobanî hevjînê wê şehîd bû, diyar kir ku êrîşên li Heleb û Rojava wekî yên 11 sal berê ne û got, "Jin û zarok dîsa tên qirkirin û cîhan dîsa bêdeng e."
 
Di 6’ê Çile de, HTŞ’ê êrîşî wargehên sivîlan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Di êrîşên ku bi rojan dewam kirin, bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn. Piştî ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, piştevaniya herî xurt bi nifûsa herêmî re ji kesên ku berê êşên bi vî rengî dîtine hat. Ji ber ku van êrîşan êrîşên berê yên ku di bîranînên wan de birînên kûr hiştin anîn bîra gelê Kurd. Bi rastî, dema ku êrîşên li ser Rojava di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kirin, gelê Kurd û dostên wan, bi yekîtî û berxwedanek mezin, li Kobanî  bi pêşengiya jinan şoreş pêk anîn.
 
Li Kobanî, ji gelek bajarên Kurdistanê mirov çûn herêmê ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gelê Kurd hevgirtinê nîşan bidin. Yek ji xelekên vê zincîra hevgirtinê Abdullah Elçîoglu, bavê pênc zarokan ji Cizîra Şirnexê bû ku li Kobanê şehîd bû.
 
Hevjîna Abdullah Elçioglu, Aynur Elçîoglu, behsa serpêhatiyên xwe yên di wê serdemê de û êrîşên li ser Helebê kir.
 
'Bêdeng ne mumkin bû'
 
Aynur Elçîoglu bi bîr xist ku 11 sal berê, êrîşên mîna yên ku niha li ser Helebê ne, li dijî Kobanî hatine kirin û got, "Me di televîzyon û nûçeyan de dît ku çi diqewime. Me di nûçeyan de dît ku zarok dihatin kuştin; pênc zarokên min jî hene û wê demê ew pir biçûk bûn. Ji bo kesekî xwedî wijdan û exlaq ne mimkun bû ku piştî dîtina wan dîmenan bêdeng bimîne. Piştî tiştên ku li wir qewimîn, li Cîzîrê şerekî wisa qewimî.”
 
'Hevjîne min li hemberî tiştên qewimîn bêdeng nema'
 
Aynur Elçîoglu ku got dema şerê Kobanî dest pê kir, pênc zarokên wê hebûn, wiha domand: "Dema ku me li ser televîzyonê dît ku zarok dihatin kuştin û rastî şîdetê dihatin, em nikarîbûn bêdeng bimînin. Her kes li hemberî tiştên ku li wir diqewimin kor, ker û lal xuya dikir. Îşkenceya ku çeteyên DAIŞ'ê li jin û zarokan dikir bandorek kûr li me kir. Mîna her kesekî xwedî wijdan, hevjînê min jî nikarîbû li hember tiştên ku li wir diqewimin bêdeng bimîne û çû wir. Dema ku ew çû, serdema herî dijwar a şer bû. Slekê têkoşîn da û pitre li wê şehîd bû.”
 
‘Dema ku kurd dinin mijar herkes çav û guhên xwe digire’
 
Aynur Elçîoglu, ku got, "Em bi şehîdê xwe serbilind in," diyar kir ku gelek kesên li dora wê dipirsî ku hevjînê  wê çawa pênc zarokên xwe li dû xwe hiştine. Aynur Elçîoglu,  bi diyar kirina ku ew têkoşîna mhevjînê xwe û rêya ku wî girtiye pîroz dibîne, got, "Niha em dîsa heman tiştan dijîn. Jin û zarok dîsa di destê DAIŞ’ê de ne. Tevahiya cîhanê li tiştê ku li Rojava diqewime temaşe dike, lê bêdeng dimîne. Çima tevahiya cîhanê çavên xwe  û guhê xwe digire dema ku mijar tê ser Kurdan? Ji bo deverên din aştî tê xwestin, lê dema ku mijar tê ser Rojava, ne daxwaza aştiyê heye û ne jî daxwaza demokrasiyê. Bi salan e li Rojava xwîn diherike û kes dengê xwe dernaxe. Em di dema qedexeyên derketina derve de jî heman tişt jiyan. Em wan pir baş fam dikin. Gelê Rojava bi salan e bi şer re rû bi rû ye. Bi salan e di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne û tevahiya cîhanê li ser vê yekê bêdeng dimîne."
 
'Bila ev bêdengî bi dawî bibe'
 
Aynur Elçîoglu behsa pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de li Tirkiyeyê dest pê kir jî kir û got, "Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Ew ji bo tevahiya cîhanê edalet û demokrasiyê dixwaze. Çima Tirkiye li hember van êrîşan bêdeng e? Bila tevahiya cîhanê rabe ser piyan. Em ê hesabê  tiştê ku zarok jiyan bipirsin. Çima em li hember tiştên ku diqewimin ewqas bêçare ne? Mirov dikarin ji bo axa xwe şer bikin. Ji ber ku axa me di heman demê de mala me ye. Bila ev bêdengî demildest bi dawî bibe."
 
'Em dixwazin azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bibînin'
 
Aynur Elçîoglu bal kişand ser wê yekê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîna rêberên hemû gelên cîhanê, divê azad be û got, "Ger rêberê me, mîna rêberên gelên cîhanê, li pişt çar dîwaran nebûya, wî dikaribû çareseriyek ji van êrîşên li dijî gelê Kurd re bibîne. Em edalet û demokrasiya ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê, ji bo rêberê xwe dixwaze, nabînin. Em dixwazin ji Birêz Abdullah Ocalan bibihîzin. Em dixwazin rêberê gelê Kurd azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û bikaribe di nav gelê xwe de çareseriyan ji bo van bûyeran bibine.”