PJAK’ê ji bo parastina destkeftiyên Rojava, banga seferberiya giştî kir
- 23:39 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK’ê ji bo parstina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê banga seferberiya giştî kir û got: “Êrişên çeteyên Colanî ji bo dagirkirina hemû Rojava û hilweşandina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîke.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên çeteyên Colanî ji bo dagirkirina hemû Rojava û hilweşandina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîke.
PJAK’ê bang li gelê Kurd ê li her çar beşê Kurdistanê, Ewropa û hemû cîhanê kir ku beşdarî seferberiya giştî bibin, ji ber ku şerê niha ne tenê li dijî Kurdane, wê ziyanê bide hemû gelên Rojhilata Navîn.







