Nûnertiya Rêveberiya Xweser:Divê em li dijî dijminê hevpar bibin yek

  • 19:12 18 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnerê PYD’ê Cawîdan Kemal ji Silêmaniyê bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê sinorî yê Sêmalka ji gel re veke da ku ji bo piştgiriya Rojava derbas bibin û bang li gelê Başûr kir ku ji bo parastinê derbasî Rojava bibin. Her wiha diyarkirin ku divê li dijî dijminê hevpar bibin yek.
 
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûr ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bê kirin li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Nûnerê PYD’ê yê Başûr Cawîdan Kemal, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûr Mihemed Ala, Nûnera Kongreya Star li Silêmaniyê Necme Eloş amade bûn. Di civîna çapemeniyê de bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî hatin dayîn.
 
Nûnerê PYD’ê yê Başûr Cawîdan Kemal axivî û got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em ji gelê xwere piştrast dikin ku wê HSD şerê man û nemanê bike. Em ê heta damla dawî ya xwîna xwe parastinê li Kurdistanê bikin. Dijminê sereke yê Kurdan dewleta tirk e û ev plana êrişê ya li dijî gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û piştgiriya HTŞê dikin. Em li Başûrê Kurdistanê bang li gelê xwe dikin ku hem li navxwe hem jî li dervey welat piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku niha rûbirûyê komkujiya çeteyên Colanî tên. Yek armanca van çeteyan heye ew jî tinekirina gelê me ye.”
 
Nûnerê PYD’ê Cawîdan Kemal bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê sinorî yê Sêmalka li pêş gel veke daku ji bo piştgiriya Rojava derbas bibin. Cawîdan Kemal wiha dirêjî dayê: “Em bang li gelê Başûr jî dikin ku ji bo parastina deskeftiyên Kurdan derbasî Rojava bibin. Em bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin ku hêzên pêşmerge û gerîla ji bo piştgiriya Rojava bişînin. Ji ber ku gelê me niha şerê man û nemanê dike. Her wiha em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê dema zehmet de dakevin ser cadeyan, li ber balyozxane û nûnertiyên welatên cîhanê kom bibin. Daku ji hemû cîhanê re rabigihînin ku metirsiyek mezin li ser gelê me heye.  Xwesteka dijminên Kurdan tinekirina doza Kurd e, lê em li vir radigihînin ku em ê şerê man û nemanê bikin û em piştrast dikin ku serkeftin ya me ye.”