Li Manîsayê li dijî êrîşan bertek:Rojava wijdan e!

  • 19:09 18 Çile 2026
  • Rojane
 
MANÎSA-DEM Partî ya Manîsayê ji bo şermezarkirina hewldanên qirkirinê û êrişên li ser Rojava daxuyaniya çapemeniyê û meş li dar xistin.
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê, ji bo şermezarkirina êrişênçeteyên HTŞ û SMO’yê yên li ser rojavayê Kurdistanê, li Parka Ahmet Kaya ya li taxa Fevzi Çakmak a girêdayî navçeya Yunusemreyê kom bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Teslîm nayê girtin” hatin vekirin.
 
Girse ji Parka Ahmet Kaya ber bi qada Horozkoyê be dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên wek “Rojhilat, Rojava e Kurdistan yek welat e”, “Jin şer naxwazin, aştî dixwazin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.Meşa ku ji aliyê polîsan ve hate astengkirin bi hinceta “meş qedexeye” destûr nehate dayîn. Li ser vê yekê girse meşa xwe bi dawî kir û li vir daxuyanî da çapemeniyê.
 
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel ve hate xwendin. Evîn Gunsel bal kişand ser êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê û got: “Ev êriş armanca tunekirinê digirin û rasterast jiyana sivîlan dikin armanc. Êriş, berdewama kiryarên ku berê li hember civakên Durzî û Elewî hatine kirin in.”
 
Evîn Gunsel di berdewama daxuyaniyê de got: “Em careke din ji navçeya Yunusemre ya Manîsayê diyar dikin; em bi gelên Rojava re di nava hevkariyê de ne. Ji bo parastina perspektîfa civaka demokratîk, destkeftiyên gelan û ji bo rawestandina qirkirinan, em ê têkoşîn û hevkariyê bidomînin.”