Li Parîsê hevgirtina xwepêşandanên ji bo Rojhilat û Îranê
- 16:29 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwepêşandana berfireh ên li Parîsê de, komkujî û serdegirtinên ewlehiyê yên li dijî xwepêşanderan li Îranê hatin protesto kirin. Girtiya siyasî ya berê Leyla Huseyînzade, bang li civaka navneteweyî kir û got: "Gelê Îranê bi tenê tê hiştin."
Di 17’ê Çileyê de li Parîsê, bi hevkariya Rêxistina Roja, Kolektîfa Azadiyê ya ji bo Îranê û Edaleta Îranê, xwepêşandanek berfireh hate lidarxistin. Çalakiya ku rêxistinên femînîst, çepgir, mafên mirovan, saziyên Kurd, sendîkayên karker û hejmarek mezin piştgirî dan, bi armanca hevgirtina bi serhildana gel a li Îranê re hate li dar xistin.
Di çalakiyê de, komkujiyên li dijî xwepêşanderan li Îranê, zextên ewlehiyê, tengkirina qadên giştî û girtina bipergalî ya înternetê hate şermezar kirin. Xwepêşanderan, bi dirûşmeyên mîna "Jin, jiyan, azadî", "Ne monarşî û ne jî lîdertî; azadî û wekhevî," û "Berxwedan Jiyane", bang li civaka navneteweyî kirin ku zextên li Îranê bên rawestandin.
Beşdaran, saet 3’ê li Qada Pantheonê kom bûn. Girseyê ku pankartan hilgirt, bi dirûşmeyên mîna "Jin jiyan azadî" û "Bimre dîktator” qîr kirin û peyama hevgirtinê bi xwepêşanderên li Îranê re şandin.
'Pêdivî hevgirtina navneteweyî heye’
Girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta xwendekar Leyla Huseyînzadeh a di xwepêşandanê de axivî, bi bîr xist ku ji ber zêdebûna zextên ewlehiyê yên dawî û girtinên dubare, ew neçar maye Îranê biterikîne û destnîşan kir ku gelê Îranê îro ji her demê bêtir hewceyê hevgirtina navneteweyî ye. Leyla Huseyînzadeh, wiha got: “Trump ku berê ji dûr ve peyamên piştgiriyê da, vê piştgirî bi hinceta rewakirina komkujiyan a ‘mudaxeleya derve' bikaranî. Îro jî kesên hatine qetilkitin bi heman zimanê rejîmê re bi çalakiyên çekdarî tawanbar dike û spasiya xwe pêşkêşî Xameneyî dike ku bi hezaran kesan nekuşt."
Leyla Huseyînzade, muxalefeta bi Îsraîlê re û tevgerên çepgir ên li ser "eksana berxwedanê" rexne kir û da zanîn her du alî jî xwepêşanderan mîna "ajan" pênase dikin û qetilkirina wan rewa dikin. Leyla Huseyînzade, balkişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî û destnîşan kir ku hêzên xwe mîna pêşverû pênase dikin, ji komkujî û tecrîda li Îranê re bêdeng dimînin û rejîma Îranê bi hêzên emperyalîst re li ser jiyan û çavkaniyên gel bazartî dike.
‘Şert û mercên jiyanî yên li welat xirabtir dibe’
Leyla Huseyînzade, diyar kir ku şert û mercên jiyanî yên li Îranê xirabtir dibe û bi bilindbûna bihayan, hilweşîna xizmetên giştî, bêkarî û qeyranan gel ber bi xala westandinê ve tê birin. Leyla Huseyînzade, destnîşan kir ku gel Komara Îslamî naxwaze û got ku gel ji bo azadiyê jiyana xwe dixin xetereyê û derdikevin kolanan.
‘Gel têdikoşe’
Leyla Huseyînzade, di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan bang li civaka navneteweyî kir: "Ev gel di bin komkujî, zilm û bombebarana propagandayê ya herî giran de, hêj li ser piyan dibîne. Bi pêşengiya jin û gelên din ên bindest, ji bo jiyan û azadiyê têdikoşîn û yek ji dirûşmeyên herî pêşverû yên serdema me “Jin Jiyan Azadî” diqîrin. Ez bang dikim ku ji bo mîsogerkirina gihîştina înternetê û şikandina tecrîda giran a ragihandin û agahdariyê ya gelê Îranê pê re rû bi rû dimîne, zext bikin. Dibe ku sibê pir dereng be. Îro gelê Îranê hewceyê hevgirtina we ye."







