Li Tişrînê pevçûn didomin: Gelek çete hatin kuştin
- 14:19 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên HSD û YPJ'ê li hember êrişên HTŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, 2 doçka û wesayîtek zirxî li Bendava Tişrînê rûxandin.
Komên HTŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin. Yek ji deverên ku herî zêde hedef tê girtin Bendava Tişrînê û derdora wê ye. Li gorî nûçeya ANF'ê, şervanên YPJ û HSD'ê yên li wir bi tundî li hember komên êrişkar li ber xwe didin.
Şervanên YPJ û HSD'ê du doçka û wesayîtek zirxî rûxandin, gelek endamên HTŞ'ê jî kuştin.
Li dora Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar berdewam dikin.







