Zarokên Zarokistanan ketin betlaneyê
- 13:32 16 Çile 2026
- Rojane
AMED - Xwendekarên zarokistanên Perperike û Xalxalokê yên Şaredariya Peyasê, ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, karneyên xwe wergirtin û bi coşeke mezin dest bi betlaneya navîn kirin.
Xwendekarên biçûk ên ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerde dibînin, merasîma karneyan hat li xistin. Xwendekarên Zarokistana Perperike û Xalxalokê piştî pêvajoya serkeftî ya xwendinê ya 2025-2026’an, bi wergirtina karneyên xwe xatir ji Zarokistanan xwestin.
Di merasîmê de beşdariyeke berbiçav hebû
Di merasîma ku li Zarokistanan pêk hat de, Alîkarên Hevşaredaran, rêveberên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, mamoste û malbatên xwendekaran zarok bi tenê nehiştin. Zarokên biçûk bi heyecaneke mezin karneyên xwe ji destê endamên protokolê wergirtin.
Armanca me pêşerojeke geş û azad e
Piştî belavkirina karneyan, li ser navê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya perwerdehiya pirzimanî û wiha hat gotin:“Zarokên me di pêvajoya xwendinê ya pirzimanî de di hawîrdoreke tendurist û aştiyane de perwerdehiya xwe temam kirin. Armanca me ya bingehîn ew e ku em zarokên xwe ji bo pêşerojeke geş bi rengekî herî baş amade bikin. Em bawer dikin ku ev demsal ji bo wan bûye bingeheke xurt û baş.”
Perwerdehiya pirzimanî di malê de berdewam bikin
Rayedaran di daxuyaniya xwe de bang li dê û bavan jî kir ku di dema betlaneyê de zarokan bi tenê nehêlin û wiha dewam kirin: “Em daxwaz dikin ku malbat di betlaneyê de piştgiriyê bidin perwerdehiya pirzimanî ya ku zarokan li vir ditiye. Pêdivî ye ku rêbazên kevneşopî û nirxên çandî di malê de zindî werin girtin da ku pêşketina zarokan bi awayekî tevayî berdewam bike.”
Merasîm, piştî girtina wêneyên bîranînê û bi coşa xwendekaran a ji bo betlaneya navîn bi dawî bû.







