Berxwedana li Rojhilat û Îranê belav bûye: Azadî pratîka rojane ye

  • 09:04 16 Çile 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîsta mafê jinan Nasîbe Shamsaeî da zanîn ku berxwedana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne têkildarî hejmaran e têkildarî rûmeta mirovahiyê ye û got:”Azadî pratîka rojane ye.”
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji 28’ê Kanûna 2025’an heta çalakiyên li dijî krîza aborî, siyasî û civakî hatin destpêkirin didomin. Çalakiyên, li 31 bajar û 187 bajar û 614 cihên xwecihbûnê belav bû. Her wiha heta niha 55 zanîngeh tevli çalakiyan bûn. Li gorî ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) di 18 rojan de 18 hezar û 434 çalakger hatine binçavkirin û di encama êrîşên hêzên Îranê de 2 hezar û 403 çalakger hatine qetilkirin.
 
Endama Keçên Kolana Şoreşê û aktîvîsta mafê jinan Nasîbe Shamsaeî  berxwedana li Rojhilat û Îranê nirxand.
 
‘Esasa ewil rûmeta mirovahiyê ye’
 
Nasîbe Shamsaeî da zanîn ku sedema çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne tenê aborî ye û got ev parastina mafê jiyanê ye. Nasîbe Shamsaeî wiha anî ziman: “Dema mirov bizanin ku pirsgirêk ne tenê enflasyon û betalî ye, dema fêm bikin ku her tişt ji aliyê pergalekê ve tê kontrolkirin protesto jî ji ‘tenê aborîyê’ derdikevin. Ev guherîn ji çalakiya li dijî hikûmet û biryarê, derbasî ‘na’ ya mezin a li dijî teşeyê rêveberiyê dibe.”
 
‘Bîreke koleketîf a bi bedelan hatiye nivîsîn’
 
Nasîbe Shamsaeî destnîşan kir ku çalakiyên heta îro hatine jiyîn berdewamiya hev in û got: “Ji 2009’an heta 2017’an ji 2019’an heta 2022’yan gelek nokteyê hevpar dertê holê. Navbera hikûmet û civakê vebû û her pêlek a beriya wê pênase dikir. Di 2022’yan de azadî û bedena jinê bû navend û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ev têkiliya hestyarî kir esasa polîtîk û nasnamebûnê. Ev berdewakirin rewabûnê tevgerê zêde dike. Ji ber mirov van daxwazan wek ‘trendek derbasbûyî’ nabînin û wek bîreke kolektîf ya bi bedelan hatiye nivîsîn dibînin.”
 
‘Dema jinek bê dîtin pergala serdest a mêr diderize’
 
Nasîbe Shamsaeî di berdewamiyê de wiha got: “Li Îranê kontrolkirina bedena jinê ne mijarek çandî ye, ji bo kontrolkirina civakê wek alavek siyasî tê bikaranîn. Dema jinek li kolanê li eniya pêş bi dengekî bilind bê dîtin, pergala serdest a mêr diderize. Beden û dengê jinan hedef digirin.”
 
‘Tecrube û wêrekiya kolektîf li Kurdistanê mayînde bûye’
 
Nasîbe Shamsaeî bi lêv kir ku berxwedana Rojava ya bûye navendî ne tesaduf e û wiha bi lêv kir: “Kurdistan û herêmên sînor bi salan e di bin zext û newekheviyek mezin de ne. Li van herêman çalalakiyan her tim berdewam kir. Ji ber vê desthilatdariyê di navbera nasnameyan de alozî ji nûve derxist holê. Rola van herêman pir girîng e. Ji ber li van deran tecrube û wêrekiya kolektîf mayînde bûye. Ev pêl li her derê li hemû civak û mudaxalefeta navendî belav bûye. Dema piştevanî hebe jî alavên kontrolê yên dewletê dirizin.”
 
‘Azadî ne hedefek dûr e, pratîkek rojane ye’
 
Nasîbe Shamsaeî diyar kir ku pênasekirina azadiyê ne sozek e, pêvajoyek e avakirin û kolektîf e û got: “Azadî ne diyarî ye. Azadî ne hedefek dûr e, pratîkek rojane ye.  Zext dibe ku demekê tirsê biafirînin. Lê di heman demê de hêrs, hestê bêdadiyê jî diafirîne û bi vê re bi zimanên nû wek pêlên nû vedigere. Tecrubeya Îranê nîşan daye ku bi komkujî û girtinên komî, protesto ranebûne, tenê teşe guhertine. Gel jiyanek wekhev, azad û bi rûmet dixwazin.”