Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
- 19:13 15 Çile 2026
- Rojane
AMED - 4 kesên bi hineta êrîşên li Helebê protesto kiribûn hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Amedê di 12’ê Çile de 4 kesên bi hinceta êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê protesto kirine hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Baran Çinar, Hayat Ozmez, Muhammed Altinkaya û Roza Baki ku 4 roj bÛn li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya li Amedê dihatin girtin îro îfadeya wan ya li emniyetê hat giritn. 4 kes ku derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Ceza Sulh kirin.
Yekemîn Dadgeriya Ceza Sulh a Amedê der barê 4 kesî de bi îdiaya ‘çek û lav birine meş û civînan’ , ‘tevl meş û civînan bûne’ biryara girtinê da.







