Dibistanên Mexmûrê betlaneya bîhnvedana nîvê salê
- 11:26 15 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê xwendekaran karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya nîvê salê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendekarên ji pênc pêdibistanan, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistanek ya amadeyî, bi dawîbûna serdema yek ya sala xwendinê 2025-2026’an bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin.
Li yek ji dibistanên wargehê, dibistana seretayî ya Dr. Nûrî Dêrsimî bi kombûna xwendekar û mamosteyan bi xwendina sîrûda neteweyî Ey Reqîb deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji Rêveberiya dibistanê Mamoste Hûseyîn Kara axaftinek kir.
Mamoste Hûseyîn di destpêka axaftina xwe de serkeftin ji hemû xwendekaran re xwest û wiha got: “We çar mehan ked da, xuhdan rijand, mamosteyên we hûn perwerde kirin, malbatên we alîkariya we kirin ji bo vê yekê em sipasiya mamoste, malbat û xwendekarên xwe yên hêja dikin. Xwendekarên ku nikaribûn pileyek baş bistînin şansek li pêşiya wan heye, çar meh dema me yê dibistanê maye. Di nava giştî Kurdan de perwerdeya bi zimanê dayîkê, fêrbûn û hîndekariyê li kêm cihan tê dayîn. Em ji bîr nekin ev derfetên ku ji bo me hatine afirandin keda Rêbertî, şehîdan û partiya me ye. Pêwîste em wek Komîteya Perewerdeyê, xwendekar û malbatên hêja em vêya ji bîr nekin. Rêber Apo dibêje; Zarokên Mexmûr zarokên minin, xwendekarên hêja divê hûn layîqê Rêbertî bin, hûn bibin pêşeroja vê civakê, hûn azad bijîn. Maf û heqê we ye ku hûn baş fêr bibin, baş bizanibin û baş baxivin. Em dubare dibêjin ji we tevan re serketin.”
Piştî axaftinê xwendekar bi rêzê ve ketin refên xwe û karnameyên xwe girtin.







