Zarokê di êrîşê HTŞ’ê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

  • 18:41 13 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Pitikê 8 mehî Mihemed Ebdurehman Berekat ê ku di êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bi daxuyaniyekê ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Ebdurehman Berekat (8 mehî) ê ji ber gaza îsotê ya li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
 
Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di êrişên li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de gaza îsotê bi kar anîn, li kêlek bi dehan welatiyên zirar dîtine, zarokê bi navê Mihemed Ebdurehman Berekat ê 8 mehî hebû. Lê di rêwîtiya koçberiya bi saetên dirêj a ji Helebê heta bi Hesekê, tevî serma û bendewariya li ser bendên kontrolê, zarok vê sibehê (13 Çile 2026) jiyana xwe ji dest da.
 
Di êrişên dijwar û topbaranên bizanabûn ên ku çeteyên Hikumeta Demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi kar dianîn, li gelek bi dehan welatî şehîd bûn, hejmarek zarok jî şehîd bûn û hin jî birîdnar bûn. Ev sûca dermirovî ye û dikeve xana sûcên şer.