Li Semsûrê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn
- 15:54 15 Mijdar 2025
- Rojane
SEMSÛR - TJA, li Semsûrê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û bal kişand ser têkoşîna îfşakirina zîhniyeta serdest a mêr.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Bulam a Semsûrê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cupolo tevlî bernameyê bû. Çalakî dê di bin dirûşma "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" bên li darxistin.
Aktîvîstên TJA'yê serdana karkerên titûnê yê Bûlamê kir û pirsgirêkên jinan guhdar kirin.
Ceylan Akça Cupolo, di axaftina xwe de bal kişand ser îfşakirina zîhniyeta serdest a mêr û diyar kir hevgirtina jinan di vê helê de gelek girîng e.







