
Meşa KESK'ê gihîşt Semsûrê
- 13:10 14 Cotmeh 2025
- Rojane
SEMSÛR - Meşa KESK'ê di roja duyemîn de gihişt Semsûrê. Hevseroka SES'ê Şaxa Semsûrê Rengîn Kilinc, desnîşan kir ku gelek hevalên wan piştî ji kar hatin dûr xistin jiyana xwe dest dane û heta ku ew mafê her hevalên xwe dest bixin ew ê têbikoşin.
Platforma Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cameweriyê (KESK) ji bo kesên ku bi rêya KHKê ji karê xwe hatin dûrxistin, bi dirûşma “Em ê karê xwe paşve bistînin” duh ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribû. Meş di roja duyemîn de li Semsûrê berdewam kir.
Meşvan li Semsûrê ji aliyê nûner û endamên KESK'ê ya Semsûrê, rêxistina DEM Partî û DBPê yên Semsûrê, Însiyatîfa Yekîtiyê, TTB û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Di meşê de lolîpopên “KHK'yî yên KESK'î rûmeta me ne, Bijî berxwedana me ya maf û aştiyê” hat vekirin. Meşvan berî meşê govend gerandin û paşê heta Parka Mîmar Sînan meşiyan.
Piştî ku girse gihîşt Parka Mîmar Sînanê, daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka SES'ê Şaxa Semsûrê Rengîn Kilinc ve hate xwendin. Rengîn Kilinc diyar kir ku 9 sal bi ser hewla darbeya 15'ê Tîrmehê ve derbas bûne lê derbeyekî bênav berdewam dike. Rengîn Kilinç desnîşan kir ku gelek hevalên wan piştî ji kar hatin dûr xistin jiyana xwe dest dane û heta ku ew mafê her hevalên xwe dest bixin ew ê têbikoşin.
Paşê Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz axivî û bi bîr xist ku sedema kesên ku di erdheja Semsûrê de jiyana xwe dest dane, xemsariya dewletê bûye û got: “Em ê ve rojên reş bi alîkarî û piştgiriya hev, derbas bikin. Gotin em ê wan ji kar derxin ew ê serî bitewînin lê em ji birçîna bimirin jî em ê dev ji doza xwe bernadin. Piştî hewla darbeya 15ê Tîrmehê bi rêya KHKê 152 hezar kes ji kar derxistin. Îro pêvajoya aştiyê heye. Ji ber ku me aştiyê xwest, em ji kar hatin derxistin. Heta ku kesên ku ji kar hatine derxistin vegerin ser karên xwe em ê li ber xwe bidin.”
Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Dîlokê ve bir ê ketin.