
Ji bo bîranîna rojnameger Dilîşan Îbîş dar çandin
- 14:04 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayik û rêhevalên rojnameger Dilîşan Îbiş û endamên Desteya Jîngehê di salvegera 8’an a qetilkirina wê de dar çandin.
Bi boneya salvegera 8'an a qetilkirina rojnameger Dilîşan Îbiş, dayik û rêhevalên Dilîşan Îbîş û endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê bi dehan darên çinarê li girê Miştenûr a bajarê Kobanê çandin.
Dayika rojnameger Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî û Hevserokê Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a Kantona Firatê Mihemed Mistefa ji ajansa ANHA'yê re nêrînên xwe anîn ziman.
Semşe Mihemed Elî anîn ziman ku Dilîşan Îbîş ji daran hez dikir, lew ra di salvegera 8'an a qetilkirina wê de daran diçînin.
Mihemed Mistefa bi bîr xist ku duh salvegera qetilkirina Dilîşan Îbîş bû û got: "Duh me şehîd Dilîşan li Pakrewangeha Şehîd Dicle li ser gora wê bi bîr anî. îro jî em rojnemevanên li Kantona Firatê kar dikin, li ser girê Miştenûr daran biçînin."
Mihemed Mistefa anî ziman diyar ku dê xeta Dilîşan Îbîş bidomînin û dengê heqîqetê ji cîhanê re ragihînin.