Ciwan li Amed û Bûrsayê amadekariya meşê dikin
- 13:00 11 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Platforma Ciwanên Welatparêz dê li Amed û Bursayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re Azad Bijîn" meşekê li dar bixin. Ciwanan banga beşdarbûnê kirin û gotin, "Heta ku pergala Îmraliyê berdewam bike, aştî sernakeve."
Platforma Ciwanên Welatparêz derbarê meşa ku ew ê li Birca Ben û Senê, li navçeya Surê ya Amed, bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re Azad bijîn" li dar bixin, daxuyaniyek da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cupullo û Rêxistina Bajêr a Amed a DEM Partiyê beşdar bûn.
Tirkî ya daxuyaniyê ji hêla Celal Ozer ku endamê Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ve û ya Kurdî ji aliyê Medya Aslan ku endama Hevgirtina Ciwanên Azad ên Dîcleyê ye ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Em di seri de, Rêber Apo û şehîden doza azadîyê dîsa jin û ciwanên welatparêz û gelê xwe bi rêzdarî silav dikin.
Destpêkê em komploya navdewletî ya 9ê cotmehê lenet dikin û diyar dikin ku hişmendî û armanca komployê dê tu car bi ser nekeve. Em wek ciwanên welatparêz dibêjin ku heya ku komploya navdewletî bi tevahî ji holê rabe em ê tekoşîneke bênavber bimeşînin.
Wekî tê zanîn pêvajoya ku em di tê de dijîn pêvajoyeke pir girîng e. Ji ber ku, hêzên hegemonîk dixwazin berjewendîyên xwe yên cîhanî, bi taybetî jî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin. Beranberê vê yekê, hêzên demokratîk yên gelan jî bi tekoşîneke biheybet li ber xwe didin.
Bêguman merheleya ku em ê xwe bigihîninê dê dîyar bike ku kîjan hêz anku xet dê di pêşerojê de bi ser bikeve. Ji ber vê yekê em wek gelê Kurd ê ku pêşengtiya tekoşîna hêzên demokratîk dike, di ferqê de ne ku ji rojên dîrokî re derbas dibin.
Alternatîfa neteweya demokratîk xurt kir
Rêber Apo di qonaxeke wiha de, bi bangewaziya xwe ya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk beranberê xeta netew-dewletê alternatîfa Neteweya Demokratîk xurtir kir. Bi vî awayî hêviya azadiya gelan, jin û ciwanan ji berê xurtir kir.
Ji aliyekî ve ked û hewldanên Rêber Apo heya dawiyê hêviya azadiyê xurt dike, lê ji aliyê din ve nêzîkatî û destgirtinên Dewleta Tirk derbarê pêvajoyê de bêbaweriyekê pêk tîne. Ji ber ku, hê jî êrîşên li ser zimanê kurdî, polîtîkayên zext û îşkenceyê, girtin û binçavkirinê didomin. Dîsa bi taybetî li ser jin û ciwanan polîtîkayên gefxwarin û sîxurtiyê, hişbir û fuhûşê di dewrê de ne. Ya herî girîng jî li rojavayê Kurdistanê hişmendiya înkar û îmhayê berdewam dike. Ferasetên tunekirina destketiyên gelê kurd û bê statu hiştina gelê kurd ji holê ranebûne. Çawa ku Rojava xeta Rêber Apo ya sor e di heman demê de xeta sor a ciwanên welatparêz ên Apoyî ye jî.
Bi giştî em dizanin ku pêvajoyên aştiyê avêtina gavên rast û gavên esasî yên şênber dixwaze.
Tecrîd dewam dike
Dîsa tê zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo bi tevahî ji holê ranebûye û heya ku pergala Îmraliyê di dewrê de be hişmendiya aştiyê pêk nayê. Ji ber vê yekê, em baş dizanin ku pîvana pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Reber Apo ye .
Dîsa em diyar dikin ku em jinên ciwan û ciwan ji roja ewil heta niha xwedî li vê pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo li bin navê ‘Aştî û Civata Demokratîk’ hatiye destpêkirin derketin.
Di vê pêvajoyê de, di çarçoveya Manîfestoya Aştî
û Civata Demokratîk de, em xwe bi rêxistin dikin û bi famkirinên manîfestoyê bi xebateke komunal û kolektîf ava dikin. Em di vê zanebûnê de ne ku ,divê em bi ruhekî komunalist erk û berpirsyariyên xwe pêşengîtiyê
ku dikevin ser milê me pêk bînin, rist û misyona xwe bînin cih.
Meş tê destpêkirin
Li ser vê bingehê, em wek Platforma Ciwanên Welatparêz, 18'ê cotmehê, roja şemiyê, li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi diruşma ‘Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jîyana azad ve’ meşa ciwanan didin destpêkirin. Em ê li Kurdistanê ber bi sûrên Amedê ve bimeşin, li Tirkiyeyê jî ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em bi vê meşa xwe dixwazin pîvanên pêvajoyê zelal bikin.
Em bang û gazî li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê, li hemû jinên ciwan, ciwanên welatparêz û li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin: Werin, em xwe birêxistin bikin, bi Rêberê azadiyê re azad bijîn!"