
Mîhrîcana KASED’ê: Jin û zarok bi hunerê re tên gel hev
- 09:05 19 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Bi Mîhrîcana Sûrê ya wê li sê gundên Sûrê pêk bê, jin û zarok wê bi hûnerê re bên gel hev. KASED’ê bang kir ku hemû kes bila tevli atolyeyên pêk tînin bibin.
Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) 6 sale li Amedê der barê jin û zarokan de xebatên çand û hunerê dide meşandin. Îsal bi projeya SUR-FEST’ê li sê gundên Sûrê jin û zarokan bi hûnerê re tîne gel hev. Mîhrîcan wê 19’ê îlonê dest pê bike û 22’ê îlonê bidawî be. Lig undan wê atolye, qadên lîstikên, lîsikên zeka çêker, atolyeyên hûnera destan pêk bên. Di bernameyên êvarê de jî wê şano û fîlm, konser pêk bên.
Salîha Ayata da zanîn ku wek KASED’ê 6 sale xebatên jin û zarokan dimeşînin û wiha got: “Em di xebatên xwe de der barê ku jin dikarin çawa xwe bigihînin çand û hunerê de xebatan dimeşînin. Heman demê de em nîşan didin ku jin bi çand û hunerê bi zimanê xwe dikarin tundiya li ser çandê beralî bikin. Xebatên me di vî alî de dimeşin. 6 sale em ders û qursan didin. Me mîhrîcana xwe bi alîkariya Brîstîsh Councîl pêk anîn. Îsal jî em bi piştgiriya Kaltersîvîc pêk tînin.”
‘Mîhrîcana me di 19’ê cotmehê de destpê dike’
Salîha Ayata di berdewamiyê de anî ziman ku berê xwe dane gundan û wiha vegot: “Em vê mîhrîcanê li sê gundan pêk tînin. Em bi piştgiriya Kaltersîvîc û şaredariya Sûrê pêk tînin. KASED û şaredariya Sûrê wê bi hev re li sê gundan mîhrîcanê pêk bîne. 19’ê îlonê destpê dike û heta 22’yan didome. 19’ê mehê de li Kabê wê dest pê bike. Ji bo jin û zarokan atolye, lîstik wê pêk bên. Êvarê jî wê Sorjiyan konserê bide.”
‘Em ê ji bo jinan atolyeyan pêk bînin’
Di 20’ê Îlonê de em ê li gundan xebatan bimeşînin û got gund ne dûr in. Salîha Ayata wiha dirêjî dayê: “Ji bo jin û zarokan wê atolyeyên cur bi cur pêk bên. Êvarê jî wê sînema û şano hebin. 21’ê Îlonê de em ê li gundê Palukê bin. Em ê bi jin û zarokan re atolyeyê pêk bînin. Herî dawî wê koma Govendê ya KASED JIN derkeve ser dîkê. Piştre Hûnermend Şîlan Dora wê konserê bide. Em ê mîhrîcana xwe wisa bidawî bikin.”
Salîha Ayata der barê ku jin û zarok bi rehetî xwe bigihînin xebatên çand û hunerî de jî wiha anî ziman: “Jinek, dayikek, ciwanek û zarokek wê çawa li sazê bide û piyanoyê bide? Wê di eşên govend û yên din de çawa xew bibînin? Em xebatên xwe li gorî van pirsan dikin. Armanca me ya esas zextên li ser çanda Kurd bên rakirin. Armanca me ev e ku jin û zarok bi huner û ziman xwe bigihînin xebatên çandî. 6 sal in em xebatan dimeşînin. Xebat bi piştgiriya jinan tên kirin. 150 endamên me hene. Em bi nêzî 10 ekîban re dixebitin. Armanca me ev e ku em bi kolektîf xebatan mezin bikin.”