Li Amed Wan û Mêrsînê meşa 'Mafê Hêviyê'

  • 14:33 16 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17'ê Îlonê de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe.
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17'ê Îlonê de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. 
 
Amed 
 
Meşa li Amedê dê saet di 16.30ê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê ya berê dest pê bike û heta AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê bidome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li meşê bibe. Nûnerên saziyan dê di meşê de “Mafê hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bixwazin.
 
Mêrsîn
 
Meş, dê di 17'ê Îlonê de li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin. Meş dê saet di 19.00’ê de li Parka Aştiyê ya li navçeya Akdenîzê dest pê bike. Meş dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê bi dawî bibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li meşê bibin. Siyasetmedaran banga tevlibûna meşê kirin.
 
Wan
 
Li Wanê jî di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê de bi heman armancê dê meşek girseyî bê lidarxistin. Nûnerên saziyan dê di 17'ê Îlonê saet di 17.00an de li pêş AVM'ê ya Wanê kom bibin û heta Qada Bajêr bimeşin. Nûnerên saziyan dê di meşê de Mafê Hêviyê bixwazin û bixwazin Konseya Ewropayê erka xwe pêk bîne.