
Meclîsa Jinan a DBP'ê: Li dijî kuştina jinan têkoşîna rêxistinî
- 13:16 25 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê diyar kir ku bêdengiya dadwerî û saziyên dewletê şîdeta li dijî jinan gur dike û got, "Hejmara zêde ya 'mirinên bi guman' wekî tamponek li dijî bêcezatiyê ji bo sûcên li dijî jinan xizmet kiriye, bûye mertalek ku sûcdaran diparêze û rastiyê vedişêre."
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê zêdebûna tundûya li dijî jinan li Tirkiye û Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya dadwerî û saziyên dewletê tundiyê gur dike, mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, sûcdar têne parastin û malbat di lêgerîna edaletê de bi tenê dimînin.
Di daxuyaniyê de qala Rojîn Kabaîş hat kirin û wiha hat gotin: Daxuyanî wiha domand: "Piştî windabûna Rojîn Kabaîş di 27'ê Îlona 2024'an de, di derbarê mirina wê ya gumanbar de di dosyaya dozê de tu pêşveçûn çênebû. Analîza du nimûneyên DNA'yê yên ku di dosyayê de hatine dîtin wekî kevn derket holê û tevî derbasbûna 10 mehan jî, di vî warî de tu encamên nû nehatine bidestxistin. Nenaskirina sûcdarên Rojînê mînakek eşkere ya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Di vê navberê de, salek di ser mirina gumanbar a Narîn Guran re derbas bû ku tevahiya civakê matmayî kir. Ne lêpirsîn şefaf bû, ne jî encamek zelal a ku wijdanê raya giştî rehet bike, hatiye bidestxistin. Windabûna Galistan Doku ji pênc salan zêdetir e. Di demên dawî de, sê jin di heman rojê de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di malên xwe de bi guman mirî hatin dîtin. Hejmara zêde ya 'mirinên gumanbar' wekî tamponek li dijî bêcezatiyê ji bo sûcên li dijî jinan xizmet kiriye, wekî mertalek ji bo parastina sûcdaran û veşartina rastiyê tevdigere.
Wekî Meclîsa Jinan a DBP'ê, em careke din tekez dikin ku tundiya li dijî jinan ne tenê ye; ew siyasî ye. Mafê jiyanê yê jinan tenê bi têkoşîna rêxistinkirî û hevgirtinê dikare were misoger kirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyana jinan di her warî de berfireh bikin û dengê xwe bilindtir bikin."