
Gulten Akgul, ji aliyê girseyeke mezin ve hate ziyaretkirin
- 22:34 24 Tebax 2025
- Rojane
DÊRSÎM - Gulten Akgul, piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li mala xwe ya li Dêrsimê hate ziyaretkirin.
Gulten Akgul, piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li bajarê xwe yê jidayikbûnê Dêrsimê ji aliyê girseyeke mezin ve hate ziyaretkirin. Di serdanê de rayedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), rayedarên Komeleya Alîkarî û Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAYDER) û gelek kesên din amade bûn.
Gulten Akgul di dema serdanê de axivî û kêfxweşiya xwe ya vegera gundê xwe piştî 31 salan d anî ziman û got, "Mala ku hûn lê ji dayik bûne û mezin bûne, ku bîranînê we hene, çûye. Ev yek xemgîniyekê diafirîne. Di hiştina paşxwe ya hevalên xwe de xemgîniyek heye. Dema ku em di girtîgehê de bûn, em bi hevalên xwe re bûn. Xwezî ew hemî serbest bibûna, lê em bi hêvî ne."