Cenazeyên 2 jinan hatin dîtin

  • 19:27 21 Tebax 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê cenazeyên 2 jinên ku tê texmînkirin 10 roj berê jiyana xwe ji dest dane, hatin dîtin.
 
Li Taxa Tekerê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê cenazeyên 2 jinan di malekê de hatin dîtin. Li gorî agahiyan; welatiyên taxê yên bêhna cenazeyan çû wan, agahî dan û li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Ekîb, piştî çilingaran derî vekirin têketin hundirê malê. Li malê cenazeyên Leyla Işiktaş (60) û Muatter Işiktaşê (65) hatin dîtin.
 
Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyên her du jinan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
 
Tê texmînkirin ku her du jinan 10 roj berê jiyana xwe ji dest dabin. Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.