Civîna Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê pêk hat

  • 17:03 21 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê civînên xwe yên rûtîn bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar pêk anî. Di civînê de pêvajo hate nirxandina û endamên nû yên desteya rêveber hatin hilbijartin.
 
Meclîsa Jinan di pêvajoya 8 mehan de, ji perwerdehiyê heta çandê, ji werzîşê heta ekolojiyê, ji aboriyê heta xurtkirina îradeya li dijî tundiyê, di gelek qadan de nêrîna jinan li jiyanê ragihandin. Meclîsa Jinan ji bo ku jin di mekanîzmayên gotin û biryargirtinê yên şaredariyê de bibin xwedî rol, her tim hewl da. Li ser vê nirxandineke gelemperî hate kirin û sekinandin.
 
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di civînê de nirxandineke giştî kir û bal kişand ser girîngiya kampanyaya “Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinîn”. Sîncar diyar kir ku divê di vê perspektîfê de ji bo dema pêş xebatên xwe bi lez bidomînin.
 
Civîn bi hilbijartina desteya rêveber a nû bi dawî bû. Ji desteya rêveber a nû re serkeftin hate xwestin.