Li Stenbolê ji bo aştiyê çalakiya zîncîra mirovahiyê

  • 20:22 9 Tebax 2025
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê bi dirûşmeya ‘em ji bo aştiyê di zîncara mirovahiyê de tên gelhev’ li  Sancaktepeyê çalakiya zîncîra mirovahiyê pêk anî. Di çalakiyê de wiha hat gotin: “Divê hem dewlet hem gel banga birêz Abdullah Ocalan esas bigirin.”
 
Rêxitsina Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê  bi dirûşmeya ‘em ji bo aştiyê di zîncara mirovahiyê de tên gelhev’ li Kolana Demokrasiyê ya Sancaktepeyê çalakiya zîncîra mirovahiyê pêk anî.Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşmeyên ‘bi hêza aştiyê berbi civaka demokratîk’ berz kirin.
 
Welatiyên tevli çalakiyê bûn jî diyar kirin ku bila qetilkirina jinan bidawî be û gotin ji bo civakek azade ew hatine gelhev. Her wiha diyar kirin ku ji bo dawî li pêkanînên kêfî yên li girtîgehan bên hatine gel hev.
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar jî axivî û da zanîn ku ew ji bo zincîra aştiyê hatine gel hev û got: “Divê hem dewlet hem gel banga birêz Abdullah Ocalan esas bigirin. Em ê banga siyaseta demokratîk a Abdullah Ocalan mezin bikin.”
 
Çalakî bi çepikan bidawî bû.