Ji Şaredariya Peyasê li dijî qetilkirina jinan rêzeçalakî

  • 09:11 9 Tebax 2025
  • Rojane
 
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, ji bo balê bikişîne ser zêdebûna kuştina jinan ên di van demên dawî de û ji bo hişyarkirina civakê, hin rêzeçalakî amade kir. Bi dirûşma “Gotina me neqedıya ye, Em ê tundiyê bı hev re bisekinînin!” jin wê dest bi hin çalakiyan bikin ku di meha Tebaxê de li park û taxên cuda bên cem hev û civînên jinan li dar bixin.
 
Di daxuyaniya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de hate gotin ku her roj kuştina jinan ne tesaduf e û ev yek weke “qirkirina jinan” tê binavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê careke din bi dengekî bilind dibêjin: Em li dijî kûştina jinan serî hildidin, têkoşîna xwe mezin dikin!” Herwiha hate diyarkirin ku li dijî kuştina jinan û her cure tundiyê, ji bo mezinkirina piştgiriyê, bi hev re mezinkirina têkoşînê ku xwedî gotin in, wê li parkan foruman lidarbixin.
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ku hemû kes û jinên hesas vexwendin van foruman, dîrok û cihên civînan jî eşkere kir. Çalakiyên ku wê di navbera 12-29’ê Tebaxê de li dar kevin, li park û qadên cuda yên Amedê wê saet di 20:00 de (di 29ê Tebaxê de saet 14:00) dest pê bikin.
 
Bernameya Çalakiyan:
 
12’ê Tebaxê, Sêşem: Park Orman Seat: 20:00
 
15’ê Tebaxê, În: Parka Kuça, Taxa Huzurevlerî Kolana 126’an, li tenişta Qeymeqamtiya Kevin Seat: 20:00
 
19’ê Tebaxê-Sêşem: Parka Mîmoza, Malên Afêt, Kolana 1062’an Seat: 20:00
 
21’ê Tebaxê, Pêncşem: Parka Xelîl Brahîm Oruç, Bûlwara Dîclekentê, Kolana 159’an, li tenişta Dibistana Seretayî ya Anadoluyê a Dîclekentê, Seat: 20:00
 
26’ê Tebaxê, Sêşem:  Parka Meyrem Xan, Bulvara Selahadînê Eyubî Kolana 270’an, li paş Paçacî Şaban Usta, Seat: 20:00
 
29’ê Tebaxê, În: Mala Şînê ya gundê Kirxaliyê