Li hember girtina saziya ziman bertek

  • 09:04 7 Tebax 2025
  • Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avesta dan û wiha gotin: “Aştî û çareserî bê ziman nabe. Heta ku Kurdî nebe xwedî statu, Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, em dest ji vê têkoşînê bernadin.”
 
Saziyên Ziman yên Kurd tevî hemû êrişan xebatên xwe yên li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê didomînin. Komeleya Çand û Ziman a Avestayê 1’ê Tebaxê de bi biryara Midûriyeta Bajar a Wezareta Perwerdehiya Netewî bi  îdiaya di ruhsatê de pirsgirêk heye hat girtin.
 
Jinan bertek nîşanê girtina komeleyê dan.
Astengiya li hember ziman
 
Nazîme Arvas da zanîn ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo her du aliyan jî erêniye û pêvajo ji bo êdî kes jiyana xwe ji dest nedin hatiye destpêkirin. Nazîme Arvas wiha vegot: “Mixabin her gavê Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd davêje. Çek hatin şewitandin, lê dîsa jî dixwazin, çand, ziman û Gelê Kurd ji holê rabikin. Di vê atmosfera aştiyê de saziya ziman a Avesta ya Îzmîrê hat girtin. Em Kurd vê rewşê şermezar dikin. Kesî ev ziman nedaye me. Ev zimanê me yê dayikê ye. Her gel xwedî mafên xwe ne. Ger hûn dibêjin Kurd, wê demê zimanê Kurdan Kurdî ye. Em jinên Kurd van astengî û zextan şermezar dikin. Divê dewlet ji vê zîhniyeta qirêj xilas bibe. Aştî pêk neyê wê ev şer hîn girantir bibe. Divê em Kurd û Tirk bi hev re aştiyê ava bikin.”
 
‘Dema behsa aştiyê tê kirin saziyên me tên girtin’
 
Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulut jî destnîşan kir ku ev ne êrişên yekemînin û got bi salane ev êriş didomin. Evîndar Akbulut wiha dirêjî dayê: “Dixwazin çand, ziman û hunera kurd tune bikin. Ev pergal evqas dijberê me ye ku li her qadê êrişê zimanê me dike. Saziya me ya li Îzmîrê jî ji aliyê Walitiyê ve hat girtin. Ev rewş tê wateya ku me û zimanê me qebûl nakin. Li dijî êrîşan wê têkoşîna me bidome. Di pêvajoya ku aştî pêk tê li dijî saziya me êriş pêk hat. Ev jî nîşan dide ku hinek kes naxwazin baş bimeşe.”
 
 
‘Aştî bê ziman ne pêkan e’
 
Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan jî daxuyakirin ku di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û êrişên li hember ziman jî şermezar kir. Arîfe Aslan ev nirxandin kir: “Ji bo me aştî û wekhevî pêwist e. Divê em li hember nirxên xwe rêzdar bin. Zimanê me nirxa me ya herî mezin e. Hîmê hemû nirxên me ne. Em van êrişan şermezar dikin. Tu aştî û çareserî bê ziman nabe. Heta Kurdî nebe xwedî statu, perwerdehiya Kurdî pêk neyê em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”