Înşakirina pergala civakî (3)

  • 09:05 7 Tebax 2025
  • Dosya
Ji çîrokê ber bi mîtosê, ji bêdengiyê ber bi berxwedanê ve
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li her qada ku zanabûna jinê tê çewisandin berxwedan ji nû ve vedije. Ev berxwendan ne tenê dengê jinan di heman demê de bang dike ku civak ji nû ve bi heqîqetê re bê gel hev.
 
Ji çîrokan heta vegotinên mîtolojîk, ji şifakariyê heta çanda devkî, jin hilgirên zanîna jiyanê û veguhezkarên bîra civakî ne.Lê pergala patrîarkal vê zanînê hem di bîra çandî hem akademîk û mîtolojîk de  diçewisîne û tune dihesibîne. Hilberîna zanînê dike bin kontrola serdestiya mêr û jinan ne wek kirdeyên zanînê, wek alava vegotinê nîşan didin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, “dîroka jinan dîroka zanînê ye. Bi kolekirina jinan re zanîna dîrokê jî hatiye windakirin’. Çewisandina zanîna jinan ne tenê li hember jinan li hember hemû civakê xespa heqîqetê ye.
 
Di vê dosya xwe de em li dijî çewisandina zanîna jinan xeta berxwedanê ya ku jinan hûnandiye digirin derst.
 
Dengên din di çanda gotinî de winda bûne
 
Vegotinên jinên dengbêj, çîrokên dayikên Anatolyayê, lorandinên dayikan…Ev fîgur,veguherkarên çana devkî ya bîr, nirx û berxwedanê ye. Lê pergala baviksalar ji bo van dengan biçewisîne û bike bin kontrola xwe jin wek ‘pîrebok’, ‘jina dîn’ û ‘fîtne’  bi nav kirine.
 
Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Zanîna jinan mifteya watedarkirina jiyanê bû. Bi kolekirina jinê re wateya jiyanê jî hat kolekirin.” Abdullah Ocalan bi vê re balê dikşîne ser çewisandina çanda devkî ya ku civakê çawa dike krîzê.
 
Di akademiyê de neqebûlkirina nêrîna jinan
 
Di akademiya modern de rola kirde ya hilberîna zanînê ya jinê tune tê hesibandin. Jin wek alava zanînê tên dîtin, şîroveyên serdestiya mêr didomîne. Jin di her qada akademîk de tên marjînalkirin.
 
Epîstemolojiya femînîst, dibêje zanîn ne bê alî ye; bi nêrîna serdestiya mêr teşe dibe. Tevlikirina nêrîna jinan ya zanînê, ne tenê ji bo wekheviyê di  heman demê de tê wateya ji nû ve avakirina lêgerîna heqîqetê. Abdullah Ocalan vê hewcedariyê bi van gotinan vedibêje ‘bi jinê re heqîqet winda bûye. Azadbûna jinê tê wateya ji nû ve derketina heqîqetê ye.”
 
Di mîtolojiyê de paqijkirina zanînê
 
Vegotinên mîtolojîk, ji bo zanîna jinê bê çewisandin yek ji qada sembolîk ya herî zêde tê bikaranînê ye. Li Mezopotamyayê Înanna zanîn û bereketê nîşan dide, lê bi demê re ji aiyê fîgurên xwedayên mêr ve ev tê veşartin. Lîlîth an jî Medea ya di mîtolojiya Yewnan de, zanîn û serhildanê tesmîl dikin. Ji ber vê tên sirgûkirin û wek şeytan tên binavkirin.  Ev mînak nîşan didin ku jin çawa tehdîd tên dîtin.
 
Ji nû ve avabûna zanînê: Berxwedana jinan
 
Xebatên bîrê yên kêşeya jinên Kurd, ji nû ve şîrovekirina fîgurên jinan a ji aliyê teolojiya femînîst ve, dengên dengbêjin jin qutkirin…Ev hewldan hemû, zanîna jinan didin xuyakirin û gavên şênber a xeta berxwedanê ava dikin. Abdullah ocalan dibêje ‘tevgera azadiya jinan, koletiya ewil a dîrokê  hilweşandiye û deriyekî nû vekiriye.’
 
Heqîqeta civakî bi zanîna jinan pêkan e
 
Çewisandina jinan, tunehesibandina jinan, di heman demê de tê wateya tunekirina heqîqeta civakî, bîr û edaletê. Ji ber vê jî di hemû qadên gelemperiyê de dîtina zanîna jinan, ne tenê azadiya zayendê ye, tê wateya derketina holê ya heqîqeta civakî.