
Gumanbarê ku îşkence li zarokan kir hat berdan
- 17:52 22 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Gumanbar H.A., yê ku li Çinarê îşkence li 4 zarokan kir, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Li navçeya Çinar a Amedê, çend roj berê çar zarok ji aliyê jina ku bavê wan pê re zewicandî û kurê wî ve hatibûn îşkencekirin. Kiryar H.A., ku tahde û îşkence li zarokan kir, di 19'ê Tîrmehê de hat binçavkirin. H.A. ku bi sûcê "muameleya xirab" hat binçavkirin, piştî îfadeya li qereqola cendirmeyan sewqî edliyeyê hat kirin. H.A. yê ku dozgeriyê bi sûcê "tahdeyê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir, dadgeriyê ew bi şertê kontrola edlî berda.