
Li Hesendînê qirkirina xwezayê didome
- 09:02 14 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
AMED - Çalakiyên li dijî xebatên madena li herêma Hesendîn a Pasîruê didomin. Aktîvîsta ekolojiyê Seray Cemre da zanîn ku divê faliyet demildest rawestin û got: “Heta zextê civakê tunebin em bi dadgehan bawer nakin. Em piştgiriya komele û saziyan dipên.”
Li herêma Hesendîn a Pasûr a Amedê Şîrketa Anonîm a Maden û Bazirganiya Derve ya PasÛrê, xebatên lêgerîna madenê didomînin. Ev demek dirêj e li dijî xebatên madenê xebat didomin. Ji bo betalkirina rapora ÇED’ê çalakiya nobetê hat destpêkirin û serdanên ji bo piştgiriya nobetê didomin.
Aktîvîsta ekolojiyê Seray Cemre ku li Amerîkayê fakulteya hiqûqê dixwîne û li komîsyona bajar û hawirdorê ya Amedê stajê dike, ji bo piştgiriya vir hatiye.
Tevî pêvajoya ÇED’ê qedyaye faliyet tên meşandin
Seray Cemre da zanîn ku xebatên lêgerîna madenê dijhiqûqî tên meşandin û got: “Gundiyan li vir mehên havînê de kon vedidan. Ev der mêrg e cihekî pir bi nirx e. Cureyên zindiyan lê zêde ye. Çavkaniya vê lê heye. Tevî ÇED li holê tunebû faliyet hatin destpêkirin. 17 sal şûnde tevî pêvajoya ÇED’ê derbas bûye jî faliyet hatin destpêkirin.”
‘Divê ev têkoşîn bibe teşeyê jiyanê’
Seray Cemre daxuyakirin ku qada jiyana gundiyan di bin tehdîdê ye û balkişand ser rola çapemeniyê û got: “Em niha li her gundên Amedê digerin. Em bi armanca piştgiriyê li vir in. Heman demê de baro jî pêvajoya hiqûqî dimeşîne. Rewşa dadgehê niha ne diyar e. Pêvajoya hiqûqî didome. Heta zexta gel tunebe em bi dadgehan bawer nakin. Gel saleke li berxwe dide. Divê ev têkoşîn bibe teşeyê jiyanê.”
Seray Cemre wiha dawî lê anî: “Têkoşîn girîng û ferz e. Li vir mêrga çend gundan heye. Li vir jiyanek azad tê jiyîn. Tunebûna van qadan kêmasiyek mezin e. Li vir em dixwazin têkoşîna jin û zarokan di plana pêş de bibînin.”