Li ser pergala hevserokatiyê konferans hat lidarxistin

  • 16:24 22 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê di konferansa ku derbarê wate, girîngî û pêkhatina sîstema hevserokatiyê de hat lidarxistin de balkişand ser girîngiya vê sîstemê.
 
Sîstema hevserokatiyê cara yekê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di hevdîtineke li girtîgeha Îmraliyê di sala 2004'an de hat bilêvkirin. Bi vî awayî êdî sîstema hevserokatiyê di gelek partî û rêxistinên li Kurdistanê û Ewropaye de hat bikaranîn.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser, êdî bi awayek fermî di hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civakî û partiyên siyasî de destpê kir.
 
Kongra Star ji bo danasîn û bihêzkirina vê sîstemê, zend û bend badan û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferans lidar xistin. Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê di vê çarçoveyê de konferansek li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido lidar xist. Di konferansê de hevserokên jin û mêr yên ji tevahî meclîs, sazî, deste û komînên kantona Firatê yên Kurd û Ereb amade bûn.
 
Di destpêka konferansê de endama dîwanê Zozan Bekir axivî û bal kişand ser girîngiya naskirin û pêkanîna rêbaza hevserokatiyê. Paşê endama Ofîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Leyla Ehmed perspektîfa danasîn, dîrok, wate û girîngiya sîstema hevserokatiyê xwend.
 
Piştre berdevka koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Loqo rewş, geşedan û pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê, Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê nirxand.
 
Herî dawî jî beşdaran nêrîn, şirove û pêşniyarên xwe yên li ser sîstema hevserokatiyê anîn ziman.