
Atolyeya wekheviya zayendî hat lidarxistin
- 16:32 30 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan "Atolyeya Wekheviya Zayendî" li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo jinên ku beşdarî bernameya perwerdeyê ya belaş a "Perwerdeya Kompîtura Bingehîn û Anîmasyona 3D" bûbûn, "Atolyeya Wekheviya Zayendî" li dar xist.
Di perwerdeya ku ji aliyê Perwerdekar Rojda Kizgin ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku newekheviya zayendî ne tenê bandorê li ser hilbijartina pîşeyî ya jinan dike, di heman demê de bandorê li ser serxwebûna wan a aborî û kalîteya jiyana wan jî dike. Kizgin anî ziman ku ji ber newekheviya zayendî jin nikarin xwe bigihînin derfetên perwerdeyê û di dema kardarîkirinê de rastî cudakariyê tên. Wê her wiha bal kişand ser vê yekê ku jin ligel karên xwe yên bi heqdest, beşeke mezin ji karên nedîtbar ên wekî karên malê û lênêrîna zarokan jî bi cih tînin, ev jî dibe sedem ku jin zû ji hêza kar veqetin.
Beşdaran jî mînakên cudakariyên ku di serlêdanên kar de pê re rû bi rû mane dan û gotin ku divê bernameyên piştgiriyê yên taybet ên ji bo jinan bên belavkirin û mêr jî berpirsiyariyên lênêrînê bigirin ser xwe.