YRJ’ê têkildarî salvegera damezrandina xwe daxuyanî da

  • 12:37 28 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ’ê bi boneya salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin."
 
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 5’an a damezirandina xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hate dayîn. Rojnamevanên jin  bi bergên xwe yên neteweyî bi cil û bergên xwe yên neteweyî amade bûn.
 
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Newroz Demhat bi zimanê kurdî û Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd bi zimanê erebî daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye: "Îro salvegera 5’an a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) e ku wek pêwîstiyeke dîrokî û rêxistinî ji bo afirandina çapemeniya azad û demokratîk hatiye destpêkirin. Ku dozên jinan û civakê nîşan bide û li dijî zîhniyeta baviksalar a ku hebûna jinan bi dirêjahiya sedsalan paşguh kiriye, têdikoşe.
 
Damezirandina YRJ’ê ne tenê gaveke rêxistinî bû, lê encama daneheva têkoşîneke demdirêj a jinan di qada çapemeniyê de û fedakariyên mezin ên ku jinên rojnamevan di oxira gihandina rastiyê de dane, hat avakirin. Em bi vê boneyê hevrêyên xwe yên şehîd Cîhan Bîlgîn, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûhilat, Rohenda Efrîn, Dilovan Gever, Arîn Cûdî û hemû kesên di oxira avakirina ragihandineke jinan a berxwedêr de jiyana xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Dengên wan bûn çira û rêya têkoşîna me ya berdewam ronî kir.
 
Em rojnamegeriyê wekî amûreke berxwedana fikrî û rêxistinî dibînin. Di dirêjahiya serdeman de saziyên rojnamegeriyê yên li gel zîhniyeta baviksalariyê hatine avakirin, vê zîhniyetê di civakê de xurt dikin û pirsgirêkên jinan di nêrîneke teng de dinirxînin.
 
Ji çarçoveya şikandina vê rêbaza desthilat û baviksalariyê ya ku li ser jinan hatiye ferzkirin, em dibînin ku damezirandina qadeke rojnamegeriya azad pêwîstiyeke bingehîn bû. Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, em bawer in ku dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî ya ber bi avakirina civakeke adil û azad ve ye.
 
Her çend tecrubeya YRJ’ê tenê 5 salan dom dike jî, ew li ser mîrateyeke xurt û berfireh ava dibe ku demeke dirêj e sazûmankirina baviksalariyê dixe ber pirsyariyê û hewl dide alternatîfên wê biafirîne. YRJ wek yek ji formên vê sazûmankirina alternatîf derketiye pêş.
 
Xebata me ji komeke jinan dest pê kir û di avakirina modeleke nimûne ya rojnamegerî û xebata çapemeniyê de bi hevkariya rêxistinên jinan ên hundirê saziyên çapemeniyê yên giştî, li kêleka bi dehan saziyên rojnamegeriyê û weşanê yên jinan, bi ser ket. Îro bi zêdetirî 500 rojnamevan û nûçegihanan, YRJ çalakiyên xwe di tevahî warên çapemeniyê de berdewam dike û cihê xwe wek dika altarnatîfa çareserkirina dozên civakî, jîngehî, aborî û siyasî xurt dike û girîngiyê dide pirsgirêkên jinan.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên rojnameger roleke pêşeng di veguhastina rastiya şer û berxwedanê de ji cîhanê re lîst. Ew di gihandina dengê gel de bi rêya belgekirina her kêliyeke têkoşînê li dijî dagirkeriyê, talankirin û wêrankirina li dijî binesaziya civakî, bi ser ket.
 
Jinên rojnameger ketin eniyên pêş û bi israreke mezin li hember hewldanên bêdengkirinê û çewisandina rastiyê sekinîn. Rojnamevanan ev yek bi kamera, deng û pênûsan ku wek alavên berxwedan û aşkerakirina rastiyê kirin.
 
Ruxmî zêdebûna krîzên siyasî, aborî û mirovî li Rojhilata Navîn û cîhanê, em diyar dikin ku projeya me ya avakirina ragihandina demokratîk a azad nasekine. Em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin, ku hişmendiya civakê ber bi nirxên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş ve bi pêş bixe.
 
Bi vê boneyê, em silavên xwe yên serbilindiyê ji her jineke di zeviya ragihandinê de dixebite û ji her jineke di avakirina dengê azad û serbixwe de dibe alîkar re dişînin. Em diyar dikin ku, em pabendî dewamkirina rêya me dest pê kiriye ne û em ê armancên YRJ’ê pêk bînin.
 
'Bijî şehîdên ragihandina azad',  'Bijî têkoşîna jinan a di oxira rastiyê de' û ' Bijî YRJ'."