Festîvala Çand û Xweza ya Jinê wê li Gimgimê pêk were

  • 13:58 25 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
WAN - Festîvala Çand û Xweza ya Jinê  dê di navbera 29-30'ê Hezîranê de li Gimgimê bi dirûşmeya " Bi jinên azad, bi xweza û çandê, ber bi civakeke demokratîk ve" were lidarxistin.
 
Festîvala Çand û Xweza ya Jinê wê di navbera 29-30ê Hezîranê de li navçeya Gimgima Mûşê bi dirûşmeya "Bi jinên azad, bi xweza û çandê, ber bi civakeke demokratîk ve" were lidarxistin. Di festîvalê de wê gelek çalakî bi sernavên xweza, çand, jîneolojî û ekolojiyê werin lidarxistin.
 
Konên çand, jîneolojî, ekolojî, ciwan û zarokan dê werin danîn. Ev kon dê li ser navê jinên ku di tarîxên cûda de jiyana xwe ji dest dane werin binavkirin. Pirtûkên jinên dîlgirtî dê werin nasandin. Her wiha, berhemên neteweyî yên ku ji hêla jinan ve hatine amadekirin dê di festîvalê de werin pêşandan.
 
Ji bo bîranîna Ekin Wan meş 
 
Di roja yekem a festîvalê de, ji bo Ekin Wan, ku di 10'ê Tîrmeha 2015'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hate teşhîrkirin û jinên ku hatin kuştin, meşek dê were lidarxistin. Piştre,  atolyeyên bi navê "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" dê werin lidarxistin. Siyasetmedarên jin ên Kurd Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û Berîvan Elter jî dê beşdarî atolyeyan bibin. Çalakiyên agahdarkirinê dê li dijî ekolojî û kuştina jinan werin lidarxistin. Di êvarê de, fîlmên bi mijarên jinan dê werin nîşandan; lîstikên kevneşopî dê werin lîstin.
 
Komxebata Jîneolojiyê dê were lidarxistin
 
Di roja duyemîn a festîvalê de, serê sibê dê meşek xwezayê ya jinan were lidarxistin. Piştî werzîşê dê komxebata jineolojiyê were lidarxistin. Çalakiyên wekî pêşandana koma govendê ya jinan û turnuvaya voleybolê jî dê werin lidarxistin. Êvarê, hunermend Beser Şahîn û Xecê dê konserê bidin.