
TAJÊ ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest
- 15:32 20 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ ji ber wefata Dayê Rehan Bayik, sersaxî xwest û got: “Em hêvî dikin ku di serîde jin û dayîk û hemû gelê me xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û van xeyalan bikin rastîn.”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser wefata dayîka Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik Rehan Bayik, peyama sersaxiyê belav kir.
Peyama TAJÊ wihaye:
“Bi xemgîniyek mezin me bihîst dayika Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Rêzdar Cemîl Bayik, dayê Rehan Bayik duh koça dawî kir. Di serîde em sersaxî ji Hevalê Cemîl Bayik û hemû malbatê re dixwazin. Bila serê malbatê saxbî. Xwedê dayê Rehan bi dilovaniya xwe şad bike.
Dayîkên wekî dayê Rehan xwedî xeyalên welatek azad bûn û ji bo pêkanîne vê xeyalê êşên mezin kişandin. Her wiha xeyalên gelek dayîkan anîna aştiyê li vî welat bû. Em hêvî dikin ku di serîde jin û dayîk û hemû gelê me xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û van xeyalan bikin rastîn.
Em carekî din sersaxî ji malbata Bayik re dixwazin û silav û rêzên xwe dişînin. Em êşa malbatê parve dikin û dibêjin bila êşa dawî be.”