
Sebahat Izedîn jiyana xwe ji dest da
- 18:02 20 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji sembolên têkoşîna gelê Kurd Sebah Izedîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Çalakvana pêşeng Sebah Izedîn (55) li bajarê Dêrikê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.Sebah Izedîn ku dayika 6 zarokanbûn 15 salan li taxên Şamê, bi taybetî li taxên Zorava û Ruknedîn, weke çalakvaneke jin ji bo doza gelê Kurd têkoşîn meşand..
Sabah di sala 2001’an de dema ku li Şamê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikir ji aliyê rejîma berê ya Baisê ve hate girtin, 3 rojan di girtîgehê de rastî îşkenceya herî giran hat û bû sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Sebah dema li Şamê bû bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê xebatên dermankirina birîndaran dikir û beşdarî gelek çalakiyên şoreşgerî bû.Dema şoreş dest pê kir tevî malbata xwe vegeriya bajarê Dêrikê û li wir têkoşîna xwe domand.