‘Divê Peymana ILO 189 bê îmzekirin’

  • 09:02 16 Hezîran 2025
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmece  Mînîre Înal, da zanîn ku divê Peyamana Kar a ILO 189 bê îmzekirin û got têkoşîna bi jinan re dimeşînin roj bi roj mezin dibe.
 
Jinên karkerên malê ji gelek mafên xwe bêpar tên xebitandin. Karkerên malan pir caran dema dixebitin ji paceyên malan de dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Bi dehan karkerên malê di şertên bê ewle de tên xebitandin. Mînîre Înal jî yek ji van karkeran bû. Mînîre Înal di 2009’an de dema paceya malekê paqij dikir ji qatê sêyemîn de ket û sê mehan li nexweşxaneyê hat dermankirin. Bi dehan carî hat amelyatkirin. Mînîre Înal li Antalyayê djiya û ji ber şertên aborî karê paqijiya malan dikir. Piştî qezayê Komeleya Karkerên Malê nas dike. Di 19’ê Kanûna 2013’an de Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmece îlan dike. Bi salane di bin sendîkayê de bi jinên karkerên malê re xeta têkoşînê mezin dike.
 
Mînîre Înal der barê têkoşîna dimeşînin de axivî. Mînîre Înal da zanîn ku li navçeya Konyaalti ya Antalyayê dema camên malekê paqij dikir ji qatê 3’yemîn de ketiye û got: “Ji roja min dest bi vî karî kir, min ji bo jinên karkerên malê têkoşîn meşand. Me Îmece bi salan berê li Stenbolê bi hejmarek pir kêm ava kir. Ewil komeleyek hatibû avakirin. Ez tevli vê bûm. Ez ji qatê sêyemîn de ketim. Min Komeleya Piştevaniya Jinan Îmece nas kir. Ji ber qezayê pirsgirêkên min ên tenduristiyê hebûn. Demek dirêj li nexweşxaneyê mam. Komeleya Îmece bi min re eleqeder bû. Me bi hev re dest bi têkoşînê kir. Me bi jinan re di 19’ê Kanûna 2013’an de Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmce ava kir.”
 
‘Em bi hev re têkoşînê dimeşînin’
 
Mînîre Înal daxuyakirin ku hemû kedkarên malê dikarin bibin endamê sendîkayê û wiha daxuyand: “Ji bo sendîka xwe bigihîne girseyên mezin divê hemû kesên bi sîgorte an jî bê sîgorte piştgiriyê bidin sendîkayê. Ji bo karkerên malê bigihêjin mafên xwe yên civakî me ev sendîka ava kir. Li Tirkiyeyê mîlyonek zêde karkerên malê hene. Ji ber vê jî ji sedî 90’î zêdetir jin in. Ji sedî 80’ê jî bê sîgorta ne. Ewlehiya teqawîtbûn û tenduristiyê tuneye. Tezmînat tuneye. Saet û dema karê me tuneye. Betlane tuneye. Em ne karkerên otel an jî fabrîqeyê ne. Divê ji bo maf em xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘Divê peyamana ILO C 189 bê îmzekirin’
 
Mînîre Înal da zanîn ku peyamana ILO C 189 li gelek welatan hatiye îmzekirin lê Tirkiyeyê hîna îmze nekiriye û wiha daxuyand: “Tirkiye li bende çiye? Jinên diçin malan paqijiyê di xetereyê de ne. Di rojên borî de jinekê dema paqijî dikir ket û jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin bimirin. Divê Peymana ILO bê îmzekirin û demildest bikevin tevgerê. Li vî welatî keda jinan tê binpêkirin. Nirxê mirovan tuneye. Em di ILO C 189 de bi israr in. Divê bê îmzekirin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Em ê biparêzin. Rawestin tuneye em ê têkoşînê bidomînin. Divê em bibin yek.”