
Veguherîna teorîk û têgînî ya Tevgera Jinên Kurd (4)
- 09:07 5 Hezîran 2025
- Dosya
Peymana Civakî ya Jinê û avakirina civaka demokratîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Peymana Civakî ya Jinê, bi pirsa dê jin di kijan civakê de bijîn de derket holê. Dû re bi xwe re rêgezên avakirina civaka demokratîk anî ziman. Nîqaşên demên borî niha bû bingeha nîqaşên îro a li ser avakirina civaka aştî û demokratîk.
Têkoşîna azadiya jinê ya ku li Kurdistanê pêşket, sal bi sal karektereke gerdûnî wergirt. Pradîgmayên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo jinan, Damezirandina Artêşa Jin, Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Teoriya Qutbûnê, Veguherîna Mêran, Avakirina Partiya Jinê, Peymana Civakî, Pergala Hevserokatiyê, Weqfa Jinan, Jineolojî û Jiyana Azad pêş xist ji bo jinên cîhanê jî bû perspektîf
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û dû re jî nîqaşên berfireh dest pê kirin. Me jî di vê beşa dosyaya xwe de bal kişan ser Peymana Civakî ya Jinê. Çawa hat nîqaşkirin, di kijan şert mercan de derket holê û gihaşt çi astê.
Derbasbûna asta gerdûnî
Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, avakirina partiya jinan pêk hat. Abdullah Ocalan avakirina partiya jinê weke pêkanîna perspektîfên xwe yên pratîkî û rewşenbîrî yên azadiya jinê nirxand û weke "xebata xwe ya neqediyayî" bi nav kir. Lê belê ev pêvajoya guherîna PKK’ê bi êş bû û dem girt. Di navbera 29’ê Tîrmeh û 21’ê Tebaxa 2000’an de navê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bû PJKK, Di 3’yemîn kongreya xwe de navê xwe kir Partiya Jina Azad (PJA). PJA'yê di birêxistinkirina jinên Kurdistanê de tecrubeyên gelekî xurt derxistiye holê û hewl daye ku bersivê bide pirsên ku jin wê di kîjan civakê de bijîn. Peymana Civakî ya ku ji van pirsan derketiye, di vê pêvajoyê de ketiye rojeva jinan. Tevgerên jinan ên cîhanê jî dest bi nîqaşkirina Peymana Civakî kirine. Piştî vê pêvajoyê têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê derbasî asteke gerdûnî bû.
Rastiya jinê û înkarkirin
Sedsala 21. weke sedsala azadiya jinê tê pênasekirin. Her hêz hewl dide ku tevna civakî li dora gotara azadiya jinê bi rengê xwe ava bike. Lê belê hemû pergalên ku hewl tê dayîn bên afirandin, jin weke afirîner û afirînera yekemîn a civakê bihesibîne. Jin û civak bi heqîqeta berovajîkirî, bi exlaq û polîtîkaya seqet tên şîrovekirin. Sedema bingehîn a vê yekê jî xistina kevneşopiya desthilatdarî û dewletê di nava civakê de ye. Ji ber ku rastiya jinê cih nade ti hêzeke otorîter û dewletparêz. Lewma dîrok, civak, jin û hemû nirx ji aliyê pergala modernîst a kapîtalîst ve tên înkarkirin û bi têkiliyên serdest tên nirxandin.
Li ser prensîbên jinan avakirina nirxan
Esasê civaka yekemîn a bi serdestiya jinê hatiye rêxistinkirin exlaqî û polîtîk e. Civak di çarçoveya zagon û prensîbên jinan de nirxên xwe ava dike, hêza pêkanîna rojane ji siyasetê digire. Di pergala têkiliyên civakî yên jinan de, nêzîkatiya serdest pêş neketiye. Hemû endamên civakê bi cewherê xwe hevgirtî û kolektîf in. Jin bi cîhana xwe ya madî û manewî ve wate li hemû têkiliyên civakî zêde kiriye. Ji pergala têkiliya jinê îlhama xwe girtiye, civak û ferd bi xwezayê re mîna ku parçeyek ji xwe be, girêdane.
Netew, dewlet û civak
Îktîdar û dewlet aktorên sereke yên pirsgirêkên civakî ne. Piştî ku pêvajoya avabûna cewherî ya civakê bi ser ket û pêvajoya desthilatdariyê dest pê kir, desthilatdariyê weke yekdestdariya dewletê xwe birêxistin kir û ev rewş di herikîna dîrokî de pêş ket û kete nava hemû şaneyên civakê. Civak û dewlet bi netewperestî, olperestî û zanistiyên cihêreng ên ku ji zayendperestiyê dertên, hatine girêdan. Civak veguheriye dewletê. Di encamê de nêzîkatiya netew-dewletê ya ku heta îro maye, tê wateya naskirina netew bi dewletê û dewlet bi civakê re. Ji ber ku civak bi cewherê xwe nikare bibe dewlet, civak ji hemû cewherê xwe hatiye valakirin û qirkirin.
Hiqûq ne ji bo arastina civakê ye
Ji destpêka kevneşopiya dewletê ya yekem ve qanûn bi perspektîfa serdestiya mêr hatine amadekirin. Sîstema bi navê hiqûq jî li ser vê tevaya qanûnan hatiye afirandin. Hiqûq ne ji bo parastina civakê, ji bo bilindkirina hêz û desthilatdariyê ye. Ji têkiliyên navbera kesan bigire heta têkiliyên saziyan divê her tişt ji dewletê derbas bibe. Hemû têkiliyên ku di nava dewletê re derbas dibin, bi nîqaşa wekheviyê pêk tên. Rastiya ku her kes li pêşberî hikûmetê wekhev e, di zimanê hiqûqê de bûye gotineke bingehîn. Lê li ber qanûnê, tenê heke wekhevî di navbera milk û hêzê de hebe, wekhevî heye. Ji ber ku qazanc û sermayeya dewletê tê parastin.
Pergala modernist û kapîtalîst
Destûr, peyman û daxuyaniyên civakî yên ku îro bi zîhniyeta pergala modernîst a kapîtalîst hatine afirandin, li hemberî hemû pirsgirêkên civakî yên hatine jiyîn ji hêzbûnê dûr in. Li hemberî êrişên pergala desthilatdar a li dijî jin û civakê, tenê bi lêgerîna wekheviya hiqûqî çareserî ne pêkan e. Bi taybetî qanûnên ku ji bo jinan hatine amadekirin, kêmasiyên ciddî yên jinavbirina zayendperestiya civakî dihewîne û hêza wan nîne ku zincîrên koletiya jinê bişkîne.
Pêşxistina aştiya civakî
Pêşxistina aştiya civakî ya li hemberî şerê civakî yê ku diqewime yek ji pêdiviyên bingehîn ên pergala jiyana demokratîk û azadîxwaz e. Aştî ne bi temamî ji holê rakirina şer e û ne jî rewşa aramî û nebûna şer a di bin serweriya aliyekî de ye. Partiyên aştiyê hene. Serweriya mutleq a aliyekî tune ye. Pevçûn, mirin û wêrankirin li ser esasê razîbûna bi sazîbûna sazûmaniya exlaqî û polîtîk a cewherî ya civakê ji holê tên rakirin.
Pêş xistina diyaloga demokratîk
Alî li ser rêzgirtina maf û îmkanên xweparastina xwe razî ne. Dibe ku di bin serweriya çekan de aramî pêk were, lê ji vê rewşê re nayê gotin aştî. Aşitî gava pêş dikeve, ji kîjan alî (rast çi nerast) dibe bila bibe, ew bi hev re razî dibin ku şer rawestînin bêyî ku serdestiyê (bi çekan) bi dest bixin. Alî li hev dikin ku di çareserkirina pirsgirêkan de rêzê li karkirina sazîbûna exlaqî (wijdan) û siyasî ya civakan bigirin. Şertê bi navê ‘çareseriya siyasî’ di vê çarçoveyê de hatiye diyarkirin. Ev rewş di forma xwe ya herî giştî de ji şerê di navbera civak û dewletê bigire heta nakokiyên di navbera beşên civakî û kesan de ji bo her tiştî derbasdar e. Ya sereke pêşxistina diyaloga demokratîk û azadîxwaz e.
Temînata aştiya civakî…
Temînata aştiya civakî û birêxistinkirina jiyana azad a bi jinên azad re bi peymana bi jinan re, di çarçoveya qanûnên ku jin diyar dikin de ye. Di peymana jinê ya bi civakê re jî garantiya jiyana azad, wekhev, demokratîk û adil heye. Ev peyman xwedî taybetmendiyên peymana sendîkaya azadîxwaz û dildar e ku civakek azad û ferdekî azad wê bi jinan re bikeve nava liv û tevgerê. Armanca peymanê parastin, parastin û mayîndekirina hemû nirxên civakî yên ji aliyê jinan ve hatine afirandin û pêkanîna Civaka Demokratîk û bijartina pergala wê ya herî azad a Konfederalîzma Demokratîk e ku wê ev yek weke îfadeya civaka azad-demokratîk a jinê pêk bîne.
Avakirina civaka demokratîk
Di Peymana Civakî ya Jinê de ya esas ne netew-dewlet û sînorên wê yên welatîbûnê ye. Ya esas jina azad û civaka demokratîk e. Civaka Demokratîk li dijî civak û pergala zayendperest û dewletparêz li ser esasên civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve kirina jiyana azad e. Çawa ku azadiya jinê bêyî afirandina Civaka Demokratîk pêk nayê, Civaka Demokratîk jî bêyî azadiya jinê pêk nayê. Armanca Civaka Demokratîk ew e ku ne tenê jin di heman demê de tevahiya civaka di bin serweriya pergala dewletparêz de azad bibe, bibe xwedî îrade û xwerêveberiyê. Civaka Demokratîk weke rejîmeke siyasî-civakî ya ku hevsengiya azadiyên takekesî û kolektîf dike û feraseta wekheviyê li ser esasê cudahiyan pêk tîne, pêk tê. Di civakeke demokratîk de her komek civakî bêyî ku bi yek cure çand û hemwelatîbûnê ve were sînordarkirin, dikare di nava cudahiyên ku dê li derdora çand û nasnameya xwe derkeve holê, bijî. Ew modela civakê ye ku cihêrengiya herî berfireh diceribîne.
Civakek bi exlaqî û polîtîk
Civaka Demokratîk civakeke exlaqî û polîtîk e. Civak û ferdekî bê exlaq û siyaset nayê fikirandin. Exlaq hişmendiya civakê ya azadî û edaletê ye. Wijdanê civakî ye. Li ser esasê parastina reseniya hemû cudahiyên civakê hevgirtina civakî misoger dike. Hêza bingehîn a biryargirtin û çalakiyê ye ku nîzama civakî diafirîne. Siyaset li aliyê din aqilê kolektîf a civakê û têkoşîna azadiyê ye. Ew forma sereke ya azadiyê ye. Şêweyê vê yê şênber siyaseta demokratîk e.
Rêgezên bingehên ên civaka demokratîk
Tiştên ku me li jêr rêz kirine, rêgezên bingehîn ên Civaka Demokratîk in.
Rêgeza azadiyê: Hemû azadiyên civakî bi azadiya jinê ve girêdayî ne. Di civakeke ku azadiya jinê tune be, ne azadiya takekesî û ne jî azadiya civakî pêkan e.
Rêgeza ferdê azad û civaka azad: Kes bêyî civak nayê fikirîn, civak jî bêyî ferd nayê fikirîn. Ji ber vê yekê, çawa ku azadiya takekesî bêyî azadiya civakî pêk nayê, bêyî azadiya takekesî jî ne mimkûn e ku azadiya civakî pêk were.
Rêgeza wekheviyê: Li gorî vê yekê, wekhevî ew şert e ku divê hemû heyînên civakî cudahî û reseniya xwe ya cewherî bijîn, bidomînin, biparêzin û belav bikin.
Rêgeza demokrasiyê: Bêyî siyaseta demokratîk afirandina kes û civakên demokratîk ne pêkan e. Siyaseta demokratîk şêwaza herî şênber a polîtîkaya civakî ye. Jin yek ji dînamîkên bingehîn ên siyaseta demokratîk e.
Rêgeza Aşitî û Yekîtiyê: Aşitî di warê nîzama civakî de jî yekîtî û lihevhatina cudahiyên civakî îfade dike. Jinên azad, hilgirê çandê, dabînkerên sereke yên aştî û yekitiya civakî ne. Lewma jin temînata aştiya civakî ye.
Rêgeza Civakî û Hevgirtina Civakî: Civak hemû biryarên têkildarî xwe bi hev re digire. Li cihê ku lihevkirin çênebe, hêza îqnakirinê dikeve dewrê. Di rewşên weha de, hêz tu carî wekî rêbaz nayê hesibandin. Rêbaz afirandina hêza îqnakirinê ye û di rewşên ku îqnakirin pêk nayê de, lihevkirinên prensîb. Ya sereke ew e ku bi rêzgirtina prensîba azadiyê biryarên hevpar bidin.
Rêgeza aborî: Mafê jinan e ku bi awayekî wekhev ji hemû mafên aborî yên civakê sûd werbigire. Mafê berxwedanê li dijî dûrxistin û mêtingeriya jinan ji qadên aborî derdikeve pêş.
Rêgeza çandî: Çand nasnameya jinê ya xweser e. Çandinî, welatîbûn, baweriyên xwezayî, ziman, huner û zanist aliyên dîrokî û hemdem ên rastiyên çanda jinê û pozîsyonên çandê yên serdest pêk anîne. Li ser vê bingehê mafê jinê yê rêxistinkirin, pêşxistin û parastina jiyana xwe ya çandî yek ji mafên herî pîroz e. Ger jiyana jinê ya çandî were astengkirin û bi xetereya dejenerasyona çandî re rû bi rû bimîne, mafê berxwedanê derdikeve holê.
Rêgeza civakî: Civakîtiya ku ji aliyê jinan ve hatiye pêşxistin li ser esasên azadî, wekhevî û edaletê hatiye avakirin. Cihana maddî û manewî ya jinê van esasan bi rêgezên exlaqî û polîtîk ve girêdaye. Ger azadiyên civakî bên astengkirin, mafê têkoşînê heye.
Rêgeza estetîkê: Modernîteya kapîtalîst, daraza estetîk veguherandiye mijara xuyabûna fizîkî, amûra îstîsmara fizîkî ya jinê û mijara kirdekirinê. Têgihiştina estetîkê ya li ser çêjên mêr ên serdest dejenerasyona çandî pêş dixe. Pîşesaziya moda û kozmetîkê li ser vê têgihîştina estetîk a berovajîkirî ye. Mafê jinê heye ku li dijî nêzîkatiyên bi vî rengî yên ku estetîk ji naveroka wê ya exlaqî û felsefî vala dikin têbikoşin.
Rêgeza xweparastinê ya civakê: Xweparastin polîtîkaya ewlekariya exlaqî û polîtîk a civakê ye. Di çarçoveya xweparastinê de ye ku her komek civakî taybetmendî û cudahiya xwe biparêze û çalakiyên berxwedanê pêk bîne. Xweparastin, xweparastina kes û civakan e li hember mîlîtarîzma dewletê û her cure meylên ku azadiya takekesî û civakî tehdîd dikin. Li hemberî her cure meylên civaka dewletparêz û zayendperest li hemberî jinê parastina xwe ya cewherî û bingehîn mafekî xwezayî û bingehîn e.
Vîna azad a jinê
Civaka demokratîk avahiyeke ekolojîk û azadiya zayendî ye ku tê de civakbûna exlaqî û polîtîk tê meşandin, hevsengiya herî baş a azadiyên civakî û takekesî tê avakirin, yekîtiya xweza û civakê pêk tê, aboriya jinê ya li ser axê hatiye pêşxistin û vîna azad a jinê pêk tê. Hêza sereke ya civaka demokratîk jina xwedî îrade ye. Hevpariya jiyanê ya ku bi jina azad re pêk were; Ew dikare di asta herî kamil de bedewî, qencî û rastiyê peyda bike. Civakbûna demokratîk cudahiyên wekî mêr-jin, kal-ciwan, subjekt-obje û serdest-bindest nagire nava xwe.
Yekitiya civakê û xwerêveberî
Yekitiya civakê bi kolektîf û hevgirtinê pêk tê. Têkiliyên civakî bi hevdu re di nava têkiliyeke xwezayî û durist de ne. Esasê civakê di çarçoveya vê girêdana hevpar a ku afirandiye de polîtîkaya xwe di çarçoveya hilbijartina azad û xwerêveberiyê de dimeşîne. Saziyên maqûl ên ku li gorî hewcedariyên civakî dikarin bên guhertin û veguherandin, ne burokratîk in û dema ku ji civakê re ne hewce be ji holê rabin ava dike. Ferdê civaka demokratîk civakbûnê di nava xwe de hildigire; Hêza xwe ji kolektîfiya civakî distîne û bi vîna xwe ya azad hêzê li kolektîfa civakî zêde dike. Civak bi dilxwazîkirina nasnameya takekesî jî welatiyên azad diafirîne.
Pêşniyara Abdullah Ocalan
Di sala 2001'an de bi rêya parêzeran peyama Abdullah Ocalan a ji jinan re wiha got: "Divê weke Manîfestoya Azadiya Jinê ya Sedsala 21'an, peymana civakî ya jinan biafirînin. Çawa ku J.J. Rousseau xwediyê Peymana Civakî ye, divê jin jî xwedî pirtûkeke bi navê 'Peymana Civakî ya Azad' an jî 'Peymana Jinê ya Civakî' ne tenê li jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê pirsgirêka jinên Kurd e. Peymana Civakî ya Azad divê berhema lêkolîneke berfireh be. Divê tevgera jinan bi tevgera hawirdorê re bibe yek."