'Divê desthilatdariya Şamê bi erka xwe rabe'

  • 09:04 16 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan têkildarî mijara revandina sivîlan û binpêkirina peymana hatibû îmzekirin wiha got:"Vegera me wê bi rûmet be, divê li ser bingeha parastina hiqûqa mirovî be. Komîte heya niha li ser mijara Efrînê kar û xebat didin meşandin da ku di demek nêz de welatî vegerin cih û warê xwe, lê belê divê desthiledariya Şamê jî bi erka xwe rabe û wan çeteyan ji Efrînê derbixe."
 
Yek ji xalên rêkeftina ku di navbera Desthiledariya Şamê û Meclisa Giştî ya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin îmzekirin, hêsankirina çûn û hatina gel a ji Helebê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser bû lê belê di cejnê de û heya niha li Helebê sivîl bi hincetên ku ew bi Rêveberiya Xweser re kar dikin ji aliyê komên çete yên girêdayî Desthilatdariya Şamê ve tên revandin.
 
Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan têkildarî mijara revandina sivîlan û binpêkirina peymana hatibû îmzekirin nirxandin kir. 
 
Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan têkildarî mijara revandina sivîlan û binpêkirina peymana hatibû îmzekirin wiha got:"Piştî gelek diyalog û nîqaşan di 1'ê Nîsana 2025'an de di navbera Meclisa Giştî ya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê û desthilatdariya Şamê de rêkeftinek ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin. Li ser bingeha parastina xisûs û taybetmendiyên welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Çimkî ev her du tax di nava 13 salên şer re derbas bûn û gelek zehmetî dîtin. Ya herî girîng jî ku hêjayî bibîrxistinê ye ku ev her du tax di nava dorpêç, rêgirî û ambargoyek pir giran re derbas bûn."
 
'Desthilatdariya Şamê xwedî li îmzeyê dernakeve'
 
Di dewama nirxandina xwe de Arîn Henan bal kişand li ser rêkeftina ku hatiye îmzekirin û wiha dewam kir:" Rêkeftina ku hatiye îmzekirin ji 14 xalan pêk dihat. Yek ji wan xalan jî hêsankirina çûn û hatina welatiyan bû lê belê desthilatdariya Şamê îmze kir lê xwedî li gotin û îmzeya xwe derneket. Çimkî di cejna Qurbanê de hin welatiyên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin derbasî taxê bibin di rê de bi hinceta ku ew bi Rêveberiya Xwese re kar dikin, hatin revandin. Desthilatdariya Şamê têkildarî parastina gel bi erka xwe ranabe angon xwedî li gotinên xwe dernakeve."
 
'Çima zextan li sûcdaran nakin? '
 
Di nava axaftina xwe de Arîn Henan da diyarkirin ku ne tenê li bajarê Helebê lê belê yên ku derbasî bajarê Efrînê dibûn jî hatin revandin û wiha got:"Di cejna Qurbanê de welatiyên ku xwestin ji taxê her wiha ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî bajarê Efrînê bibin bi eynî hincetê ji aliyê komên çeteyên girêdayî desthiledariya Şamê û hin ji wan jî girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin. Heger desthiledariya Şamê jî bibêjin ev karê hin kesayetan e lê dîsa jî çima zextê li wan nake û çima heya niha herêmên me di bin dagikeriya wan de ye?."
 
'Divê çanda destdirêjiyê ji holê bê rakirin'
 
Arîn Henan di nava axaftina xwe de bal bir ser wê yekê ku Desthiledariya Şamê xwedî li gotin û parastina welatiyên Sûriyê derkeve û wiha got:"Ji ber ku Desthilatdariya Şamê dibêje ez dewlet im û ez Sûriyeyê bi rêve dibim divê xwedî li wê yekê derkeve û di serî de li xalên rêkeftinê ku hatiye îmzekirin xwedî derkeve. Divê destdirêjî li ser kesî neyê kirin."
 
'Divê desthilatdariya Şamê bi erka xwe rabe'
 
Arîn Henan hêviyên xwe yên vegera li Efrînê anî ziman û wiha got:"Tevî ku ev 8 sal in li Efrînê kiryarên dij rêzên mirovî tên meşandin jî lê belê dîsa her hêviyên me hene ku dê rojek bê û em ê vegerin Efrîna xwe. Vegera me wê bi rûmet be, divê li ser bingeha parastina hiqûqa mirovî be. Komîte heya niha li ser mijara Efrînê kar û xebat didin meşandin da ku di demek nêz de welatî vegerin cih û warê xwe, lê belê divê desthiledariya Şamê jî bi erka xwe rabe û wan çeteyan ji Efrînê derbixe."