
Parlamenterên Kurd: Yekîtî û hevgirtin dê aştiyê bîne
- 09:10 31 Gulan 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
AMED - Parlamenterên jin ên beşdarî "Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd" bûn, bal kişandin ser girîngiya konferansê ji aliyê yekitiya siyasetmedarên jin ên Kurd û gotin, "Eşkere ye ku jinên Kurd navê xwe di dîrokê de li çar aliyê cîhanê bi cih kirine û dengê xwe digihînin cîhanê. Lewma rola wan a di vê pêvajoyê de girîng e."
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê hat lidarxistin. Aktîvîstên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin pankarta bi zimanên Kurdî, Tirkî, Zazakî û Erebî, pankarta “Jin siyaseta demokratik dimeşînin, civaka demokratik ava dikin” û flameyên wek “Jin, jiyan, azadî”, “Cînîya azad komelo azad”, “Jin azad dibe, civak azad dibe” hatin daliqandin. Konferansa ku 2 rojan berdewam kir jinan bi cilên xwe yên netewî tevlî bûn. Konferans di roja duyem bi xebatên atolyeyê berdewam kir û dû re jî encamname hat aşkerakirin.
Parlamenterên ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bûn Mahabad Şeh Emîn û Rûpak Ehmed Rahman ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
'Em ê çawa pêşde biçin û bibin hevkar?'
Mahabad Şeh Emîn, da zanîn ku ev konferans ji bo wan ezmûnek girîng bû da ku bibînin ka çawa dikarin xwe di warên xwe de pêşde bibin û got: "Ez wek parlamentereke jin a Kurd a ji Başûrê Kurdistanê hatim beşdarî konferansa Amedê bibim. Ez kêfxweş im ku em ê tecrubeyên xwe parve bikin û tecrubeyên xwe yên parlementoyê parve bikin. Pir girîng e ku em qanûn û rêziknameyên ku bi taybetî ji bo jinan di parlamentoya Kurdistanê de têne derxistin, parve bikin. Mekanîzmayên biryargirtinê û pêkanîna kotayên jinan li parlamentoya Iraqê û Kurdistanê jî ji bo me di vê pêvajoya aştiyê de gelek bi qîmet e.
Ji bo me jî gelek bi qîmet e ku em di vê pêvajoya aştiyê de guh bidin tecrubeyên jinên di Parlamentoya Tirkiyeyê de wezîfedar in. Bi sûdwergirtina ji ezmûnên wan, em dikarin bibînin ka em çawa dikarin di warê xwe de pêşde biçin û bibin hevkar."

'Em piştgiriyê didin pêvajoyê'
Mahabad Şeh Emîn diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Başûrê Kurdistanê hêviyê dide wan û wiha bi hêv kir: "Ji bo me gelekî girîng e ku jin li ser heman xetê û bi yekîtiyê tevlî têkoşîna jinan bibin. Pêwîstî û armancên bingehîn ên jinên çar parçeyên Kurdistanê hevpar in. Ji ber ku pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, me hem kêfxweş û hem jî bi hêvî dike. Em jî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û bi zelalî diyar dikin ku em li pişt wê ne."
Mahabad Şeh Emîn da xuyakirin ku di encama pêvajoya erênî û bi aştiyê bi dawî bibe, jin li çar parçeyên Kurdistanê wê azad bijîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em hemû dizanin ku hemû şoreş bi têkoşîna çekdarî dest pê dikin, lê ya girîng ew e ku gel bi têkoşînê bigihêje armanc û destkeftiyên xwe. Em weke jin, em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Di dawiyê de ez hêvîdar im ku ev pêvajo pêşî li jinên Bakurê Kurdistanê aramiyê bîne û piştre hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî teqez maddeyekê li ser pêvajoya aştiyê pêk bînin û bi zelalî bê gotin ku divê piştgiriyê bidin pêvajoyê."
'Jinên kurd navê xwe li seranserê cîhanê bi cih kirine'
Mahabad Şeh Emîn, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtî û girîngiya rola jinan di vê pêvajoyê de û wiha dawî li axafina xwe anî: "Em weke jinên Başûrê Kurdistanê hewl dane ku li dora dengekî hevpar û armanceke hevpar di komele, weqf û saziyên jinan de bibin yek. Armanca me ya sereke ew e ku em pêşî li tundiya ku jin di jiyana civakî û siyasî de rastî tundiyê tên û bi qanûnên li Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê li ser bingeheke qanûnî bê avakirin. Malbat diyar e ku jinên Kurd navê xwe di dîrokê de li seranserê cîhanê bi cih kirine û dengê xwe dane cîhanê."
'Jin jiyan azadî'
Rupak Ehmed Rahman der barê armanca beşdarbûna konferansê de wiha got: "Em weke Komele beşdarî konferansê bûn. Weke jinên Başûr em tecrubeyên xwe parve dikin, jinên Bakur jî tecrûbeyên xwe parve dikin. Weke jinên ji çar parçeyên Kurdistanê em vê panel û konferansê esas digirin: Çawa em dikarin weke jin serkeftinê bi dest bixin, çawa dikarin têkoşîna xwe berfireh bikin? 'Jin, jiyana, azadî' bû dirûşmeya hemû jinan."
'Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin'
Rupak Ehmed Rahman di dawiyê de bal kişand ser pêwîstiya nîzameke hevpar a jinên Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Partiya me partiyeke Îslamî ye di parlamentoyê de, lê belê weke partiyeke Îslamî em azadiya jinê diparêzin. Wek ku di Quranê de hatiye diyarkirin jin û mêr wek hev in û em ji bo parastina vê wekheviyê têdikoşin. Ji bo vê konferansê ez gelek spasiya we dikim. Pirsgirêka me ya herî girîng axa me ye û sînarên ku ji me hevdû dûr dixin e. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku her sal konferansên netewî yên jinan bên lidarxistin, pêwistiya me xwedî li derketina ziman, çanda me heye"