Li Kuşadasi hevdîtina jinan

  • 16:42 1 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AYDIN – Rêxistina DEM Partiyê ya Kuşadasi hevdîtina "Jin aştiyê diaxivin" hat kirin. Jinan li vir bal birin ser demokratîkbûn û cihgirtina her aliyan a di vê pêvajoyê de. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Kuşadasi (DEM Partî) hevdîtina "Jin aştiyê diaxivin" pêk anî. Hevdîtin li avahiya partiyê hat lidarxistin û Endama PM'ya DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel axivî. 
 
Hevdîtinê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Aysel Batyar Onsel bal bir ser demokrasiyê û cihgirtina her aliyan a di vê pêvajoyê de. 
 
Hevdîtin bi pirs û bersivan bi dawî bû.