
Li Amedê ‘Lijneya Koordinasyona Têkoşîna dijî Tiryakê’ hat avakirin
- 21:26 1 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Li Amedê, di çarçoveya "Xebatên Nêzîkatiya Pir-Alî di Têkoşîna Dijî Tiryakê" de ku ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ya Konseya Bajêr ve bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû lidarxistin, Lijneya Koordinasyona Têkoşîna Dijî Tiryakê hat avakirin.
Xebatên "Nêzîkatiya Pir-Alî di Têkoşîna Dijî Tiryakê" ku du roj li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dom kirin, bi dawî bûn. Di dawiya xebatan de, daxuyaniya encamnameyê hat eşkerekirin. Daxuyaniya encamnameyê ji aliyê Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Tenduristiyê ya Konseya Bajêr, Pispora Xizmetên Civakî Berfîn Ayyildiz ve hat xwendin.
Rêbazên têkoşînê hatin nîqaşkirin
Berfîn Ayyildiz anî ziman ku di xebatan de perspektîfek pir-alî li ser pêgirtina madeyên hişbir hat pêşkêşkirin û aliyên takekesî, civakî û avahîsazî yên madeyê bi berfirehî hatin nirxandin. Berfîn Ayyildiz destnîşan kir ku pisporên di qadê de, nûnerên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî, akademîsyen û saziyên cemawerî hatin cem hev û rêbazên têkoşînê yên bibandor li ser asta bajêr nîqaş kirin.
Pêşkêşiyan kûrahî dane xebatan
BerfînAyyildiz bal kişand ser ku xebatan tevkariyên girîng ên akademîk û civakî û wiha got: “"Pêşkêşiya Doç. Dr. Omer Kardaş a bi navê "Nêrînek Giştî li Ser Tiryakê" çarçoveyek li ser dînamîkên psîkolojîk, biyolojîk û civakî yên bikaranîna madeyê ava kir. Pêşkêşiyên Platforma Şiyar Be û Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir jî, ku pêgirtinê di çarçoveya dîrokî û siyasî de nirxandin, kûrahî dane xebatan. Van pêşkêşiyên berfireh, girîngiya nêzîkbûna mijara tiryakê ne tenê bi nêrînek takekesî, lê di heman demê de bi nêrînek avahîsazî û çandî jî destnîşan kirin."
Ezmûn bûn rêber
Berfîn Ayyildiz her wiha diyar kir ku aktîvîstên Narkotîk ên Bê Nav (NA) û nûnerên Klînîka Psîkiyatriyê ya Oya Bahadir Yuksel a Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê, ku li Tirkiyeyê wekî mînakên baş ên vê sepanê têne nîşandan, ezmûnên xwe bi beşdaran re parve kirin.Berfîn Ayyildiz tekez kir ku van pêşkêşiyanderbarê ka sepanên ku dikarin li seranserê Tirkiyeyê bibin model çawa dikarin li Amedê bêne adaptekirin de rêberî kirin.
Atolye li ser 4 mijaran hatin lidarxistin
Berfîn Ayyildiz destnîşan kir ku di beşa duyemîn a xebatan de, ji bo diyarkirina nexşerêyeke taybet a têkoşîna dijî pêgirtinê ji bo Amedê, li ser mijarên "Xizmetên Parastinî/Pêşîlêgirtinê, Pêvajoyên Tedawiyê, Sepanên Rehabîlîtasyonê, Peydakirina Kar û Perwerdehiya Pîşeyî" çar atolye hatin lidarxistin. Berfîn Ayyildiz wiha dirêjî dayê: "Di atolyeyan de gelek pispor, nûnerên saziyan û xebatkarên qadê hatin cem hev û pirsgirêk, pêwîstî û rêyên çareseriyê nîqaş kirin. Pêşniyarên ku ji her komekê derketin, di roja duyemîn de bi pêşkêşiyan hatin parvekirin û veguherandin stratejiyên ku bi taybetî li bajêr dikarin bêne bicihanîn."
Lijneya Koordinasyona Têkoşîna Dijî Tiryakê hat avakirin
Berfîn Ayyildiz, derbarê encama xebatan de jî got: "Ji bo bicihanîna pêşniyaran û koordînekirina pêvajoyê bi awayek domdar; Lijneya Koordinasyona Têkoşîna Dijî Tiryakê ku rêxistinên civaka sivîl, pispor, rêveberiyên herêmî û nûnerên giştî tê de cih digirin, hat avakirin."
Ji bo bajêr bikevin nav tevgerê!
Berfîn Ayyildiz di rûniştina nirxandina giştî de destnîşan kir ku hemû nêrîn û pêşniyar hatin nirxandin û xebat bi serkeftî bi dawî bû. Ayyildiz got: "Li Amedê bingehên nêzîkatiyeke yekgirtî, beşdarî û domdar ji bo têkoşîna dijî tiryakê hatin avêtin."
Berfîn Ayyildiz herwiha diyar kir ku ji bo xebatên ku dê bêne kirin, slogana "Ji bo bajêr bikevin nav tevgerê!" hilbijartine.