Li gelek bajaran binçavkirin hat şermezarkirin
- 15:53 27 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina zêdeyî 200 kesên ku di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî hene, li gelek bajaran hat protestokirin.
Duh li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Çanakkale jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Wezareta karên hundir da zanîn ku bi giştî li 31 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 231 kes hatine binçavkirin. Welatî, ev 2 roj in di bin çavan de ne.
Derbarê binçavkirinan de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
Li Stenbolê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li avahiya komeleyê daxuyaniyek da û banga serbestberdana binçavkiriyan kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyaniyek da çapemeniyê û bertekên xwe anî ziman.
Li ber Edliya Edenê ji bo binçavkirina endamê ÇHD'ê parêzer Şîar Rişvanoglu daxuyaniyek hat dayîn û bal kişandin ser hemû binçavkirinan û banga piştevaniyê kirin.
Nûnertiya Herêma Egeyê ya DÎSK'ê jî têkildarî binçavkirina Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan û Serokê Şaxa Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy li ber SGK'ê ya Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi binçavkirin û zextan nikarin me asteng bikin. Em ê li hemberî bêhiqûqiyê serî netewînin" hat vekirin.