Li dijî Peymana Lozanê yekîtiya neteweyî

  • 09:04 14 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
DÊRSIM - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu di derbarê tecrîd û Peymana Lozanê de şiroveyên xwe anî ziman û wiha got: "Em li hemberî hişmendiya netewdewletê, bi perspektîfa neteweya demokratîk tevdigerin. Li dijî Peymana Lozanê em yekîtiya neteweyî biparêzin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha,tu agahî jî jê nayê sitandin. Dewleta tirk li ser kurdan tecrîdê û polîtîkayên şerên taybet bi hev re dimeşîne. Her wiha 100'emîn salvegera Peymana Lozanê jî di 24'ê Tîrmehê de ye. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu tecrîda giran û Peymana Lozanê şîrove kir.
 
‘Kurdistan kirin 4 perçe’
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu destnîşan kir ku kurdan di pêvajoya makeqanûna 1921’ê de bi ziman û çanda xwe di meclîsê de cih girtin û ji ber vê yekê makeqanûna 1921’ê demokratîk bû. Aytenê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê belê pêvajoyeke Îttîhat û Terakkiyê dest pê kir û em di raporên ku dixwînin de dibînin, piştî makeqanûna 1921’ê, hevdîtinên Peymana Lozanê dest pê dike. Îsmet Înonu bi Mebûsên Kurd re tevlî Peymana Lozanê dibe, di belgeyên dîrokî de jî em dixwînin û dîroknas jî nîqaş dikin. Di peymanê de nêzîkbûna Tirkiyeyê wiha bû ‘ Kurd xwişk û birayên me ne, me Komara Tirkiyeyê bi hev re ava kir û me bi hev re şer kir. Ziman û nasnameya wan tê parastin. Pirsgirêka cudahîkirinê tune ye.’ Peymana Lozanê bi vî şeklî tê avakirin. Lê belê bi avakirina Komara Tirkiyeyê û bi destê Îttîhat û Terakkiyê ev maf tên înkarkirin. Kurdistan kirin 4 perçe."
 
‘Li dijî hişmendiya netewdewletê perspektîfa neteweya demokratîk’
 
Aytenê anî ziman ku di destpêka 100 saliay Peymana Lozanê de jî rewş heman e û kurd li hemberî vê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe berdewam dikin. Aytenê da nîşandan ku ji ber polîtîkayên tunekirin û îmhakirinê gelek komkujî hat jiyîn û wiha pê de çû: " Kurd, bi gelek komkujiyan re rû bi rû man. Qetilkirina Şêx Seîd, Seyîd Riza, Komkujiya Zîlanê û hwd. Her wiha Ermenî û Elewî jî hatin qetilkirin ji ber ku Komara Tirkiyeyê xwe li ser tunekirin, îmhakirina gelan û yekdewletiyê re ava kir. Lê belê her perçe di nav resentiya xwe de têkoşîna azadî û mafên xwe didomîne. Em îro, di dawiya sedsaliya Peymana Lozanê de vê nîqaş dikin û dibêjin ku têkoşîna me dînamîkên civatê ji xwe re esas digire. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku hemû gel bi zimanê xwe, çanda xwe re, azad bijî. Em li hemberî hişmendiya netewdewletê, bi perspektîfa neteweya demokratîk tevdigerin."
 
‘Di sedsalê de jî têkoşîna ziman û nasnameyê’
 
Aytenê daxuyand ku Gelê Kurd li her çar perçeyan bi têkoşînê re xwe pêş ve xistiye û diyar kir ku kurd di destpêka 100 saliya Peymana Lozanê de, hê jî têkoşîna ziman, nasname û bawerîyê didin. Aytenê wiha axivî: “ Gel êdî vê  înkarkirin û asîmîlasyonê qebûl nake. Hemû tişt li ser polîtîkayên tunekirin û îmhakirinê pêk hat. Êdî li her perçeyan bergeh û paradîgmaya kurdan heye. Bi taybetî jî jinên kurd heta îro bi têkoşînek mezin gelek destketî bi dest xistin. Em Lozanê, polîtîkayên  înkar û tunekirinê, û hişmendiya yekparêz nas nakin. Em bertekên xwe yên ramyarî û demokratîk jî didin nîşandan.”
 
‘Ev tecrîda ramanî û ramyariyê ye’
 
Aytenê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da xuyakirin ku ev tecrîdkirin li ser azadbûna gelê Rojhilata Navînê û jinê ye û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê yekê ev ne tenê polîtîkaya tecrîda fîzîkî ye, tecrîdek ramanî, ramyarî û ji bo paradîgmayê ye. Em îro têkoşîna xwe bi hemû gelan re dimeşînin û Şoreşa Rojava jî mînaka vê ye. Îro ev êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê û polîtîkayên ku Ewropa û NATO li ser Rojavayê dimêşînin armanc, avakirina tirsê ya li ser paradîgmayê ye. Ji ber vê yekê em hewl didin ku vê tecrîdê bi felsefeya xwe derbas bikin. Lê belê rojnamevan Merdan Yanardag ji bo ku behsa têcrîdê kir hat girtin. Ev dide nîşandan ku li ber berteka bêhiqûqîyê jî bênfirehî nemaye. Bi rastî ev ne bi tenê nebênfirehî ye, ev tirsa fikir û ramanê ye. Tecrîda ku tê meşandin li ser felsefe û azadiya gel e."
 
‘Lozan êdî tu tiştekî îfade nake’
 
Aytenê bal kişand li ser sîtava tecrîdê û destnîşan kir ku tecrîd xwe bi awayekî qedexekirin, binçavkirin, girtin û îşkencekirinê re didomîne. Aytenê diyar kir ku tecrîd li ser hemû gelan tê meşandin û da zanîn ku ew ê hem têkoşîna azadiya jinê hem jî têkoşîna demokratîk a civakê  berdewam bikin. Aytenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Tecrîd nikare bibe polîtîkayek.  Ev tecrîd nikare azadiya me asteng bike. Êrîş ji bo tirsa têkoşîn û rêxistina gel e. Em ê van polîtîkayên nedemokratîk aşkere bikin û li her alî rêxistinên xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê Lozan êdî tu tîştekî îfade nake. Polîtîkayên tunekirinê nikare li ber daxwazên gel bisekine, ev polîtîka û Lozan aşkere bûn. Em dixwazin ku mafên me bi makeqanûnan bên mîsogerkirin. “
 
‘Dewlet bi hemû saziyên xwe re êrîş dike’
 
Aytenê da zanîn ku polîtîkayên şer gelek berfireh in û diyar kir ku tecrîd li ser tendirûstî, jin, çapemenî, kedê û her alî de tê meşandin. Aytenê wiha got: "Ev polîtîkayên qedexekirinê ne û bi qedexekirinê re jî namînin, hişmendiya xwe ava dikin. Wezareta Karên Oldariyê  mudaxaleyî Doza Kobaniyê dike û ev nîşan dide ku Wezareta Karên Oldariyê û dewlet bi hev re dixebitin. Dewlet bi hemû saziyên xwe re êrîş dike. Bi polîtîkayên tiryakê re, talankirina xwezayê re û fetisandina jîngehan re êrîş dike. Li ser ziman, xweza û baweriya me polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê dimeşîne."
 
‘Ji Rojavayê ditirsin’
 
Aytenê bal kişand li ser alternatîfa neteweya demokratîk û da zanîn ku pergala konfederal ji bo avakirina xweîfadekirina Gelên Mezopotamyayê ye û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê ji Rojavayê ditirsin û êrîş dikin. Ji ber vê yekê li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşînin. Em wek jinên kurd û elewî dibêjin ku divê herkes daxwazên xwe birêxistinî bîne ziman û ji dewletê tiştekî nexwaze. Mînakek ji bo aboriyê em li ser avakirina komunan dixebitin. Em ê helbet têkoşîna xwe ya hiqûqî û demokratîk bidomînin, lê belê em ê di heman demê de dînamîkên civakî jî bidomînin. Mînakek  jî parastina derûniya jinê hêza çareseriyê dide jinê.”
 
‘Fîrmayên taybet dixe nava erdnîgariya me’
 
Aytenê daxuyand ku divê li dijî êrîşa hişmendiya yekparêzî, bi rêxistinên azadîxwaz têbikoşin û gotinên xwe wiha domand: “Em ji ber vê yekê dibêjin rêya sêyemîn. Ne rêya pergala neteweperest, ne jî li hişmendiya yekparêz daxwazên gel nikarin pêşwazî bikin. Em dikarin wiha bersiv bidin Lozanê jî. Di Lozanê de gelên din jî bindest in û têdikoşin. Jiyana azad wê bi pêşketinek bi hev re re ava bibe. Avakirina ji nû ve li ser vê fikir û ramanê çê dibe. Em ê bi vê fikir û ramanê re biçin kongreyê û bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin. Li her perçeyan  pirsgirêkên derûnî tê jiyîn lê belê hemû pirsgirêk girêdayê hevdu ne. Polîtîkayên şer îro bi sedemên ‘ewlehîyê’ agir bi daristanan dixe û dîsa jî ji bo ‘ewlehîyê’  vemirandina wê qedexe dike. Fîrmayên taybet dixe erdnîgariya me û kanan pêşkeşê wan fîrmayan dike. Ev çavkanî ne ji bo gel e. Budçeyek ji bo veguhestina şer heye li holê û bi alîkariya civakî re civatê bi birçîbûnê re terbiye dike. Mirovan mişext dike, ciwanên me ji ber bêkarbûnê diçin li derveyî welat. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên şer gelek berfireh tê meşandin. Faşîzm bi rastî jî pir bi rêxistinî tê ser me. Îro HUDA-PAR’a kûjer di parlamentoyê de ye û bi destê PDK'ê di Kurdistanê de rêxistinan çê dike.”
 
Yekîtiya Neteweyî
 
Aytenê bal kişand ser yekîtiya neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li hemberê vî tiştî yekîtiya neteweyî girîng e. Em dikarin bi yekîtiya neteweyî statuya ziman, nasnamê û çandê bistînin. Yekîtiya neteweyî ji bo Lozanê jî taybet e û divê ji bo vê xebatên dîplomatîk bê meşandin. Lê belê ne bi tenê xebatên dîplomatîk, divê pêşketina têkoşîna civakî jî bibe. Yekîtiya neteweyî ji bo tevgera azadiya kurdan jî taybet e.”