Seyran Husrevî hat binçavkirin
- 12:45 25 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, hêzên Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jinek çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî binçavkirin û birin cihekî nediyar.
Li gor agahiyên ku Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye, jina çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî ya xelkê bajarê Sine ye, ji aliyê hêzên Îtaleta Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.
Hat gotin ku di dema binçavkirinê de hêzên rejîmê bi ser mala wê de girtine, gef lê xwarine û bêy ku belgeyek yasayî ya ji bo binçavkirinê nîşandin, ew li gel xwe de birine.