Meral Daniş Beştaş: Pirsgirêka kurd ev e!

  • 16:16 21 Hezîran 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş ku derbarê rojevê de nirxandin kir, bertek nîşanî qetilkirina sivîlan a li Qamişloyê da. Meralê bal kişand ser erêkirina cezayê Garîbe Gezer jî û got, "Pirsgirêka kurd ev e."
 
Serokwekîla Koma Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş li Meclisê derbarê rojevê de nirxandin kir. Meralê, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinê û got ku îktîdarê her cureyên derfetan bêsînor bi kar anîne û ev tişt anî ziman: “Tu pîvanên hiqûqê nas nekir. Îktîdar bi ser neket. Tişta ku jê re dibêjin serkeftin, ferqeke bi qasî 1,5-2,5 pua ye. Anku rewabûneke wan a civakî tune ye. Hemû dinya dizane ku hilbijartineke adilen nebû.”
 
Bi domdarî Meralê bal kişand ser serdema nû ya qanûnsaziyê û got ku weke partî dê muxalefetê bikin. Meralê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pirgirêk bên nîqaşkirin û heqîqet neyê veşartin em ê têbikoşin. Di vê navberê de em ê bi civak û dînamîkên civakê re li qadê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
'Heqdestê hejariyê ye'
 
Meralê di dirêjiya axaftina xwe de qala mûçeyê kêmtirîn kir û ev tişt anî ziman: “Mijar baş nehatiye nîqaşkirin. Weke ku Erdogan ji bo kedkaran lûtfek kiribe tê nîşandan. Lê rastî cuda ne. Em vê mijarê awayekî cuda dibînin. Hema hema nîviya nifûsa welêt bi mûçeyê kêmtirîn dixebite. Anku nîviya nifûsê mehkûmî vî mûçeyî hatiye kirin. Lewma mijareke sereke ye. 11 hezar û 402 TL, heqdestê hejariyiyê ye. Em vî mûçeyî qebûl nakin. Bi milyonan kes bi vî mûçeyî re mekûmî birçîtî û xizantiyê hatine kirin. Weke partî em dibêjin ku divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm bibe 16 hezar û 250 TL. Em vê hişyariya xwe dîsa dikin.”
 
'Tehemûl nakin ku kurd xwe rêve bibin'
 
Di berdewamê de Meralê anî ziman ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh sûîqestek hate kirin. Li ku? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma hate kirin. Êriş bi SÎHA’yan hate kirin û hatin qetilkirin. Ev yek nîşan dide ku kurdek li fezayê jî be, li qutban jî be tehemûla wan a li hemberî kurdan nîne. Tehemûl nakin ku kurd xwe birêve bibin. Vaye pirsgirêka kurd ev e. 
 
'Tirkiye sivîl û siyasetmedaran hedef digire'
 
AKP dixwaze êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê DYA û Rûsya destûrê nadin. Lewma nikare êrişê bike. Ji ber vê yekê jî Tirkiye bi sûîqestan sivîl û siyasetmedaran hedef digire. Ev rewş, veguheriye rewşeke sîstematîk. Ev yek komkujî ye. Baş e lê bingehekî van êrişan a hiqûqî heye? Ev sûîqest li Rojava û Başûr tên kirin. Nikarin li welatên Ewropayê van sûîqestan bikin ji ber ku li wir hiqûq heye. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rehetî jinan, zarokan, sivîlan û siyasetmedaran qetil dikin. Hewl didin van cînayetan rewa nîşan bidin. Protokola pêvek a 4’emîn a Peymana Cinevê dibêje ku di şer de nabe ku li dijî sivîlan êriş bên kirin. Her wiha belgeyên hiqûqa mirovî tune tê hesibandin.
 
Gelek sivîl hatin qetilkirin
 
Li Silêmaniyeyê jî qetlîam kirin û Huseyîn Arasan qetil kirin. Huseyîn Arasan sirgûn bûbû û li wir weke sivîlekî dijiya. Lê Tirkiye çû û ew li wir kuşt. Piştre jî dibêje ‘ez li dijî terorê têdikoşim.’ Her wiha gelek sivîlên din li Hewlêr û Silêmaniyeyê hatin qetilkirin. Li gorî xala 2/4 a NY’yê hûn nikarin di nava xaka welatekê din de vê hêzê bi kar bînin. Tirkiyeyê siyasetmedar Hevrîn Xelef jî qetil kir. Her wiha hevseroka kantonekê ku gel ew hilbijartiye qetil kir. Vê rêveberiya demokratîk nas nakin û bi vê hincetê qetil dikin. 
 
NY jî berpirsiyar e
 
NY’yê di demên piştre têkildarî Hevrîn Xelef daxuyaniyek da. Got ku êriş ji hêla Ahar’uş Şarkkiyeyê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de hatiye kirin û ev înfaz di çarçoveya sûcên şer de nirxand. Di heman raporê de hate gotin ku dibe Tirkiye jî ji vî sûcî berpirsyar were girtin. Tevî van tespît û belgeyan jî faîlê Xelef, Ebû Hatîm Şakra di 6’ê hezîranê de li Zanîngeha Artukluyê mezûn bû. Anku ji zanîngeheke girêdayî Tirkiyeyê. Ji vê rewşê ne tenê Tirkiye lê NY, civak û mekanîzmayên navneteweyî jî berpirsyar in. Bi taybet jî jinên kurd hedef tên girtin. Xuyaye ku berê xwe dane têkoşîna jinên kurd. 
 
Bi DAIŞ'ê r hevkariyê dikin
 
Tirkiye êrişî DAIŞ’ê nake. Gelo sedema vê çi ye? DYA’yê Bexdadî li herêma di bin kontrola we de kuşt. Agahî neda we ji ber ku baweriya wan bi we nedihat. Gelek gumanên wan hebûn ku hûn hevkariyê bi DAIŞ’ê re dikin. Hûn li dijî vê rêxistina bûye sembola barbariyê tenê yek operasyonê nakin lê dê siyasetmedar, sivîl û gelê li dijî wan şer dikin qetil bikin. Vaye ji vê re dibêjin dijminatiya li kurdan. Li ku derê jî be hûn dijminatiyê li statûya kurdan, ziman, çand û hebûna wan dikin.”
 
Te çi çareser kiriye?
 
Têkildarî gotina Garîp Ensarîoglû ku digot pirsgirêka kurd çareser bûye jî Meralê wiha bertek nîşan da: “Te eciqandina zarokan a di bin tekerên panzeran de çareser kir, te kujerên Medenî Yildirim ên niha bi rehetî li derve digerin çareser kir, te çi çareser kiriye? Te qedexekirina şanoyên bi kurdî, qedexekirina daliqandina tabelayên bi kurdî çareser kiriye? Zimanê kurdî hêj jî qedexe e, te ev mijar çareser kiriye? Te çi çareser kiriye?” 
 
Hilbijartinên xwecihî 
 
Meralê, axaftina xwe wiha qedand: “Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji bo derxistina namzetan hewcehî bi biryardayînê nîne. Heke em dernexînin dê biryarê bidin. Me duh ev mijar li çendek deveran got. Ma em çima namezetan dernexînin, em jî partî ne, xwedî îdiayeke mezin in. Em ê bibin navenda muxalefetê. Li Stenbolê bi milyonan dengên me hene. Li Enqereyê jî bi sedhezaran. Ji ber girîngiya hilbijartinan em ê namzetan derxînin. Ji xwe heke geşedanên nû çêbibin dê lijneyên partiyê di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Ji vê mijarê zêdetir bala me li ser konferans û kongreyê ye.”